Îsraîl Sûriyeyê tewanbar dike ku fermana êrîşên ji Xezayê dide

Artêşa Îsraîlê rêjîma Sûriyeyê tewanbar kir ku fermana avêtina fûzeyan ji herêma Xeza bi alîkariya Îranê li dijî Îsraîlê dide.

Îsraîl Sûriyeyê tewanbar dike ku fermana êrîşên ji Xezayê dide
27 cotmeh, 2018   10:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Conathan Konêrîkos got ku avêtina fûzeyan bi şevê li dijî Îsraîlê ji herêma Xezayê bi fermana Şamê û bi beşdarbûneke eşkere ji aliyê Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê pêk tê.

Şevê din bi dehan fûze ji Xezayê li dijî Îsraîlê hatin avêtin. Nemaze piştî ku 6 Filistînî di êrîşên artêşa Îsraîlê de hatin kuştin.

Li devera sînorî ya di navbera herêma Xeza û Îsraîlê de ji 30'yê adarê ve xwepêşandanên vegerê tên meşandin.