Dîmenên gerîla yên dema ketina çeperên leşkerên Tirk

Gerîlayên HPG’ê li Girê Lêlîkanê yê Başûrê Kurdistanê ketin nav çeperên leşkerên Tirk. Di şer de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin. Gerîla dîmenên çalakiyê bi kamerayan kişandin.

Dîmenên gerîla yên dema ketina çeperên leşkerên Tirk
23 cotmeh, 2018   14:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenên çalakiya 22’ê Cotmehê ya Girê Lêlîkan yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê hatin weşandin.

Gerîlayên HPG’ê bi dizî li dijî çeperên leşkerên Tirk ên li Girê Lêlîkan yê Başûrê Kurdistanê çalakî pêk anîn.

Hêzên gerîla dema nêzî çeperên dijmin dibin, destpêkê bombeya dest diavêjin û piştre bi çeka kalaşnîkof li leşkeran dixe. Di heman demê de kameraya li ser serê gerîlayan jî dîmenan qeyd dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de serpelek jî di nav de bi giştî 8 leşker hatine kuştin û gelek çek jî hatine desteserkirin.