Li Tebqayê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û nasnameyê du şehîdên din hatin eşkerekirin

Şêniyên Tebqayê cenazeyê şervanê QSD'ê Hesen El-Raşid (Ebû Salih) ê ku di ‘Şerê Tunekirina Terorê‘ de şehîd de bûbû bi maresîmekê veşartin. Di merasîmê de nasnameyê du şervanên din hatin eşkerekirin.

Li Tebqayê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û nasnameyê du şehîdên din hatin eşkerekirin
Li Tebqayê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û nasnameyê du şehîdên din hatin eşkerekirin
Li Tebqayê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û nasnameyê du şehîdên din hatin eşkerekirin
Li Tebqayê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û nasnameyê du şehîdên din hatin eşkerekirin
Li Tebqayê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û nasnameyê du şehîdên din hatin eşkerekirin
Li Tebqayê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û nasnameyê du şehîdên din hatin eşkerekirin
Li Tebqayê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û nasnameyê du şehîdên din hatin eşkerekirin
23 cotmeh, 2018   15:17

TEBQA

Şêniyên Tebqayê û gundewarên wê cenazeya şervanê QSD‘ê Hesen El-Raşid bi nasnav Ebû Salih , ji nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê wergirtin û bi kerwanekî weseyîtan ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.

Girseya gel di wê navberê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana QSD‘ê beriz dikirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û turaneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD'ê ve dest pê kir.

Piştre axaftin bi navê Meclisa Zagonsaz a herêma Tebqayê, QSD'ê, Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin fedekariya şervanên QSD'ê ya li hemberî çeteyan hate bi bîrxistin.

Paşê, wesîqeya şehadetê hatin xwendin û  radestî malbata şehîd hatin kirin. Di merasîmê de Her wiha nasnameyê şervanên QSD‘ê Mehmûd Hisên (Mehmûd Tebqa) û Xesan El-Hisên (Rojhat ) ku li gundewarên şehîd bûne hatin eşkerekirin.

Di dawiya merasîmê de nimêj li ser cenazeyê şehîd Ebû Salih hate kirin û di nava dirûşmeyan de hate veşartin.

(şx)

ANHA