Di 24 saetên dawî de bi kêmanî 29 çete hatin kuştin

QSD‘ê ragihand ku, di 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê‘ bi kêmanî 29 çeteyên DAIŞ‘ê hatin kuştin.

Di 24 saetên dawî de bi kêmanî 29 çete hatin kuştin
23 cotmeh, 2018   14:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya QSD‘ê li ser encamên 24 saetên dawî yên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê‘daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn;

"1-Eniya Baxoz: Di saetên bi şevê de, di navbera hêzên me û terorîstên DAIŞ‘ê de şer bi hemû dijwariya xwe rû da, terorîstan hemû çekên giran bi kar di anîn û hewl dan xetên pêş ên şervanên me bişkînin, her wiha agir bi dolabên erebeyan xistin da ku tevger û bargehên wan ji aliyê balafirên Koalîsiyana Navdewletî ve neyên keşfkirin. Balafirên koalîsyonê gelek deverên wan kirin hedef, li cihekî hejmareke terorîst hatin kuştin û hin navendên feramandariyê hatin rûxandin.

Terorîstan hewl dan bi 4 erebeyên bombebarkirî êrîşî nuqteyên şervanên me bikin, di heman demê de balafirên wan ên keşfê digeriyan, hêzên me ajokarekî wan kuştin û cenaze û erebeya wî ketin destê şervanên me. Hersê erebe bi topan ji aliyê şervanên me ve hatin îmhakirin. Li ser vê yekê çete neçar man pêşde biçin. Hêzên me li vir gelek çek û alavên wan desteserkirin.

Hêzên Koalîsyona Navdewletî 4 bargehên terorîstan rûxandin û hejmareke terorîst hatin kuştin, lê hejmara wan nehatin naskirin.

Hêzên me rexmî mayînan çeteyan li herêmê pêşde diçe.

Li aliyekî din girêdayî vê eniyê, terorîstan hewl dan êrîşekê li hemberî hêzên me pêk bînin, beldozeke me kirin hedef, li ser vê yekê hêzên me bersiva êrîşan dan û hejmareke terorîst kuştin û miqdareke çete û alavên wan ên leşkerî desteser kirin.

Hêzên me piştî ku zêdeyî nîvê bajarokê El-Sûsê girtin pêşdeçûnên xwe ber bi taxan ve didomînin.

Şervanên me ji 3 aliyan ve êrîşî birin ser bargehên terorîstan, li aliyekî 1 km pêşde çûn û 14 nuqteyên nû ava kirin, balafirên Koalîsyona Navdewletî jî hejmareke bargehên wan kirin hedef. Derbarê windahiyên terorîstan de agahî nehatin zanîn.

Terorîstan, careke din avahiyeke ku hêzên me rizgar kiribûn topbaran kirin, di encam avahî hilweşiya û hejmareke şervanên me birîndar bûn, birîndar rakirin nexweşxaneyên meydanî.

Li aliyê duyemîn yê li heman eniyê hêzên me 2 km pêşde çûn û 19 nuqteyên nû ava kirin, her wiha erebeyeke doçoka 12.5 mm desteser kirin û hejmareke terorîst kuştin.

Li aliyê sêyemîn hêzên me 3.5 km pêşde çûn û 6 nuqte ava kirin.

Di saetên şevê de, di navbera hêzên me û terorîstan de şer rû da, terorîstan bê serûber hawn û obus diavêtin, hêzên me li vî aliyê 1 km pêşde ketin û 17 nuqteyên nû ava kirin.

Şer heya niha dem dem rû dide.

Li bajarokê El-Sûsê bi şer di roja duyemîn de hemû giraniya xwe didome.

Di şerê ku heya niha didome, hêzên me pêşde diçin û derbeyên giran li terorîstan dan, di vê çarçoveyê gundî Hawî El-Sûsê hate rizgarkirin, hêzên me piraniya taxên bajarokê girtin.

2-Eniya Hecîn: Li vê eniyê di navbera hêzên me û terorîstên DAIŞ‘ê de şer rû da, terorîstan ji dûr ve çekên giran, hwan û obus bi kar anîn. Êrîşên ti encam negirt û ziyan negihiştin hêzên me, şervanên me piştî cihêh êrîşê diyar kir û tevger kontorl kir bersiva jêdera êrîşê da, têkildarî windahiyên rêxistina terorîst agahî nehatin bidestxistin.

Li vê eniyê ji herdu aliyan ve carcaran topên hawnê têne avêtin.

3-Encam:

-29 terorîst hatin kuştin.

-7 avahiyên terorîstan ku wekî bargeh û êrîşan bi kar di anîn, hatin rûxandin.

-2 BKC, 1 Klaşinkov, 1 RBG, 1 teleftona Hytra, erebeyeke bombebarkirî, erebeyeke doçka 12.0 mm hatin desteserkirin.

-Balafirên Koalîsyonê li 10 cihan dan, bi fûzên Hamirs  jî li 6 deveran dan."