YPG: Endamê me Hogir Bektaş (Omer Golge) di encama krîza dil de şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya  YPG’ê daxuyand ku şervanê wan Omer Golge di encama krîza dil de li Qamişlo jiyana xwe ji dest daye.

YPG: Endamê me Hogir Bektaş (Omer Golge) di encama krîza dil de şehîd bû
23 cotmeh, 2018   12:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Navendea Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku endamê wan ê bi navê Omer Golge (Hogir Bektaş) li bajarê Qamişlo krîza dil derbas kir û di encamê de şehîd bû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hogir Bektaş li gel temenê xwe yê mezin jî têkoşîneke bêhempa daye meşandin û di nav YPG’ê de bi gelek erkan rabûye û her wiha ji malbata şehîd re sersaxî hate xwestin.

Berfirehiya daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Ji çapemenî û raya giştî re

Hevrêyê me Hogir Bektaş ku li bajarê Qamişlo xebat dida meşandin di 21’ê Cotmehê de li Qamişlo di encama krîza dil de şehîd bû.

Ji bo parastina şoreşa Rojava û nirxên ku hatine bidestxistin, di serî de gelê me yê Rojava, Bakurê Suriyeyê û ji her aliyê cîhanê ve mirovan berê xwe dan rojavayê Kurdistanê û ji bo ku bibin parçeyek ji şoreşê bi rûmetî têkoşîn meşandin. Yek ji hevalên me yên ku di nav têkoşîna ku em didin meşandin de hevrêyê me Hogir Bektaş ku di encama êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ser gelê Kurd, êrîşên asîmîlasyonê û di encama polîtîkayên koçberkirinê yên dewleta Tirk neçar maye koçî metropola Tirkiyeyê bajarê Stenbolê bike. Hevrêyê me Hogir dema agirê şoreşê pê ket, di sala 2011’an de berê xwe da rojavayê Kurdistanê û tev li nav refên me bû. Di hemû jiyana xwe ya têkoşînê de her tim li gorî rol û mîsyona şoreşê kar û xebat daye meşandin. Rûxmê temenê xwe yê mezin, her tim li ser xwe maye, bi coş û kelecan ji hevalên xwe re bûye mînak. Hevrê Hogir di qadên bîrdozî, leşkerî û civakî de xebat da meşandin, herî dawî jî li Qamişlo erk girtiye ser xwe. Hevrêyê me Hogir xwe bi dilnizmiya xwe û kedkariya xwe, bi pêşxistin û kûrkirina birdoziyê bi bîr aniye. Wê hevrêyê me Hogir her tim ji aliyê hevalên xwe ve were bibîranîn û dê bîranînên wî di têkoşîna me de bijîn.

Em di kesayeta hevrêyê xwe Hogir de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di serî de ji malbata Golge û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soza pêkanîna xeyalên şehîdên xwe dubare dikin û em ê ji bo wê têkoşîneke bêhempa bidin meşandin.

Nasnameya rêhevalê me yê ku şehîd ketiye wiha ye:

Nasnav: Hogir Bektaş
Nav û Paşnav: Omer Golge
Navê Dayikê: Musfîka
Navê Bav: Îhsan
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 21 Cotmeh 2018”