Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer kir

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer ji taxa El-Mûxaberat kir.

Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer kir
Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer kir
Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer kir
Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer kir
Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer kir
Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer kir
Şaredariya Şêxmeqsûdê dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer kir
23 cotmeh, 2018   11:55

HELEB

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi hatina demsala zivistanê re dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer ji taxa El-Mûxaberat a di navbera taxa Şêxmeqsûd û El-Eşrefiyê de kir ku ji ber kiryarên çeteyan xira bûbû.

Karkerên paqijiyê yên girêdayî şaredariyê ji duh ve dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer ji taxê kir.

Ji rêveberên Buroya Fenî ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê Cemal Mamo got wan beriya demsala zivistanê û bi armanca ku xelkên taxê li malên xwe vegerin dest bi rakirina berhamiyên şer ji taxê kiriye. Mamo destnîşan kir ku rakirina bermahiyên şer ji taxê di plansaziya wan de bû da ku kar û xebatên sererastkirin û rakirina bermahiyên şer berdewam bikin.

(bx)

ANHA