‘Divê mafên jinan li gorî pîvanên navneteweyî werin parastin’

Cîgira Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Heyfa Mehmûd destnîşan kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker kiryarên hovane li dijî jinên herêmên di bin dagirkeriya wan de pêk tînin da ku îradeya jinan ku şoreşê bi rê ve dibin, bişikînin.

‘Divê mafên jinan li gorî pîvanên navneteweyî werin parastin’
23 cotmeh, 2018   12:30

SILAVA ABDULREHMAN / QAMIŞLO

Li herêma Cerablusê ya Sûriyeyê ya di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, sûcên li dijî mirovahiyê têne kirin. Sûcdar vê yekê bi dîmenên ku li ser toreyên tevna civakî belav kirine, îsbat dikin.

Çeteyê bi navê Beşar Besîs ê girêdayî Artêşa Azad a girêdayî dewleta Tirk xwişka wî ya bi navê Reşa Besîs ku destên wê girêdayî ne, bi guleyan qetil kir.

Cîgira Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Heyfa Mehmûd têkildarî tundiya li dijî jinan a li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Heyfa got sûcê ku li ser wê jina ciwan hate kirin wijdana hemû jinên Sûriyeyê êşand û divê hemû jin ji bo ku sînor ji kiryarên bi vî awayî re were dayîn, bikevin nav hewldanan. Heyfa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn, Cerablus û hemû herêmên di bin dagirkeriya wan de sûcên li dijî mirovahiyê pêk tînin û ev yek jî encamên zîhniyeta desthilatdar e ku dixwazin îrade û hêza jinan bişikînin.

Heyfa tekez kir ku jinan di şoreşa Rojava de xwe di hemû aliyên jiyanê de îsbat kir û wiha pê de çû: "Dagirkeriya Tirkiyeyê ji hêz û îradeya jinan ditirse. Ji ber ku li Efrînê jin li dijî êrîşan wan sekinîn û li ber xwe da."

Di dawiyê de cîgira Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Heyfa Mehmûd got ew wek jinên Meclisa Jinên Sûriyeyê hemû sûcên li dijî jinan şermezar dikin û banga parastina mafên jinan li gorî pîvanên navneteweyî kir.

(bx)

ANHA