Midûriyeta Çandiniyê bi cotkarên Dêrazorê re civiya

Cotkarên gundewarên rojavayê Dêrazorê bang li Midûriyeta Çandiniyê kir ku madeya mazotê ji wan re peyda bike û alîkariya wan bike da ku çandinî li herêmê bi pêş bikeve. Her wiha Midûriyeta Çandiniyê jî soz da ku dê li gorî derfetên xwe alîkariya wan bike.

Midûriyeta Çandiniyê bi cotkarên Dêrazorê re civiya
Midûriyeta Çandiniyê bi cotkarên Dêrazorê re civiya
Midûriyeta Çandiniyê bi cotkarên Dêrazorê re civiya
Midûriyeta Çandiniyê bi cotkarên Dêrazorê re civiya
23 cotmeh, 2018   11:28

DÊRAZORÊ

Hevserokên Midûriyeta Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şêrîn Mesûd û Mihemed Abdulezîz îro b cotkarên Xeta Ebû Xeşeb re civiyan da ku li gaznicên wan guhdar bikin.

Di destpêkê de her du hevserokan serdana 32 gundên Xeta Ebû Xeşeb ên ku di çandiniyê de dixebitin, kir da ku rewşa li wê derê nas bikin. Paşê her du hevserok bi komîn, cotkar û şêniyan re civiyan.

Di destpêkê de li ser rewşa çandiniyê û xizmet û perspektîfên pisporên di Komîteya Çandiniyê de nîqaş hatin kirin. Cotkaran ji midûriyetê xwest ku madeya mazotê ji wan re peyda bike û semadê ji wan re pêşkêş bike. Midûriyetê ev yek bi cotkaran re nîqaş kir û soz da ku dê li gorî derfetên xwe alîkariya wan bike.

Hevserokê Midûriyeta Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Abdulezîz destnîşan kir ku bi hatina mewsima zivistanê re wan serdana gundên Xeta Ebû Xeşeb kir da ku li xwestekên cotkaran guhdar bikin.

Abdulezîz diyar kir ku cotkaran di civîna xwe de xwest mazot û semad ji wan re were peydakirin ji ber ku ew zeviyên xwe bi ava bîran av didin. Her wiha tekez kir ku dê bi hevkariya rêveberiya Sadkopê alîkariya wan bikin.

(bx)

ANHA