Xwendekarên Şedadê: Em bi zimanê dayikê ji bingeha neteweya demokratîk fêr dibin

Mamoste û xwendekarên Şedadê diyar kir ku materyalên li dibistanên navçeyê tên dayîn, materyalên bi zimanê erebî ne û ji bingeha mafê perwerdeya bi zimanê dayikê li ser rêgeza neteweya demokratîk in.

Xwendekarên Şedadê: Em bi zimanê dayikê ji bingeha neteweya demokratîk fêr dibin
Xwendekarên Şedadê: Em bi zimanê dayikê ji bingeha neteweya demokratîk fêr dibin
Xwendekarên Şedadê: Em bi zimanê dayikê ji bingeha neteweya demokratîk fêr dibin
Xwendekarên Şedadê: Em bi zimanê dayikê ji bingeha neteweya demokratîk fêr dibin
Xwendekarên Şedadê: Em bi zimanê dayikê ji bingeha neteweya demokratîk fêr dibin
23 cotmeh, 2018   10:09

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Di encama binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê de li herêmê, piraniya gundewarên başûrê Hesekê ji perwerdeyê qut bûn. Çeteyan dibistan vegerandin cihê kuştin û wêrankirnê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gundewarên kantona Hesekê bi temamî ji DAIŞ'ê rizgar kirin û ji nû ve herêm vejiya. Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk saziyên sivîl vekirin da ku şênî xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin. Warê herî zêde rêveberiyê girîngiyê dayê, perwerdehî bû.

Rêveberiya Xweser weke gavekî ji bo jinûvevekirina dibistanan, navendên perwerdeyê vekirin. A herî dawî navenda perwerdeyê ya bajarokê Mergeda ye.

Yekemîn navenda perwerdeyê li navçeya Şedadê

Navendê dibistan vekirin û her wiha hejmara xwendekarên ku li wan dibistanan dixwînin gihaşt 14 hezaran.

Ji ber ku piraniya herêmên gundewarên başûrê kantonê ereb in, Rêveberiya Xweser dît ku divê zarok bi zimanê dayika xwe bixwînin. Ji lew re Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk materyalên ji bo her pêkhateyekê amade kirin.

Girêdayî vê mijarê hindek alî, gotegotan li ser materyalên Rêveberiya Xweser belav kirin. Li gorî îdiayên wan aliyan; rêveberiyê zimanê kurdî wek zimanê fermî li dibistanan û li hemû pêkhateyan ferz kiriye.

Ji bo naskirina rastiya van îdiayan ajansa Hawarê hevpeyvîn bi mamoste û xwendekarên hindek dibistabên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê li Bakurê Sûriyayê çêkirin.

Mamosteyan destnîşan kir ku prosesa perwerdeyê bi awayekê baş bi rê ve diçe û materyalên li dibistanên Şedadê tên dayîn materyalên erebî ne, ji bingeha pewerdeya bi zimanê dayikê li ser rêgeza netewetya demokratîk in.

Her wiha mamosteyan destnîşan kir ku armanc ji van gotegotan, belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de ye û têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser in.

Di dawiyê de mamosteyan tekez kir ku materyalên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, zelal û hêsan in da ku xwendekar asta xwe ya ku di encama qutbûna ji dibistanê paş ketiye, derbas bikin.                                                         

Têkildarî van îdiayan xwendekaran nerazîbûnên xwe anîn ziman û tekez kir ku mafên xwe yên perwerdeya bi zimanê dayikê yanî bi zimanê erebî bi cih tînin.

(şx)

ANHA