QSD:Gundê Hawî El-Sûsê rizgar bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê ragihandin ku QSD`ê gundê Hawî El-Sûsê rizgar kir.

QSD:Gundê Hawî El-Sûsê rizgar bû
23 cotmeh, 2018   10:01

DÊRAZOR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê derbarê şerê ku li bajaroka El-Sûsê rû dide daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

“Di roja duyemîn de, li bajaroka El-Sûsê piştî ku şervanên me derbasî bajarok bûn, şerên girên di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ`ê de rû didin.

Di şerên ku heta niha dewam dikin de, zerarên mezin gihîştin terorîstan û şervanên me jî bi pêş ve diçin. Her wiha gundê Hawî El-Sûsê yê li rex bajarok hate rizgarkirin. Hêzên me dest danîn ser gelek taxên bajarok, bi vî awayî rizgarkirina bajarok meselekî demê ye.”