Li Mûsilê êrîş, mirî û birîndar hene

Li bajarokê Qeyara yê Mûsilê ji ber teqîna erebeyeke bombebarkirî mirî û birîndar hene.

Li Mûsilê êrîş, mirî û birîndar hene
23 cotmeh, 2018   09:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Qeyara yê Mûsilê ya Iraqê, danê vê sibehê bi erebeyeke bombebarkirî êrîşeke xwekujî hate kirin.

Li gorî agahiyên ku Sûmeriya News dane ji ber teqînê 4 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn. Tê gotin, rewşa gelek birîndarên li nexweşxaneyên Qeyareyê giran e.