Nexweşî li pêşiya fêrbûna wî nebû asteng

Ji zarokatiya xwe ve pirsgirêk di mêjiyê wî de hebû. Hewldanên malbata wî ku wî derman bikin encam girtin. Bi vê yekê li hemberî nexweşiya xwe sekinî û niha jiyana xwe wekî hemû hevalên xwe didomîne.

Nexweşî li pêşiya fêrbûna wî nebû asteng
Nexweşî li pêşiya fêrbûna wî nebû asteng
Nexweşî li pêşiya fêrbûna wî nebû asteng
Nexweşî li pêşiya fêrbûna wî nebû asteng
Nexweşî li pêşiya fêrbûna wî nebû asteng
Nexweşî li pêşiya fêrbûna wî nebû asteng
Nexweşî li pêşiya fêrbûna wî nebû asteng
Nexweşî li pêşiya fêrbûna wî nebû asteng
21 cotmeh, 2018   10:42

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Hemza Mihemed (15) ji gundê Elî Karo yê Efrînê ye. Malbata wî ji bo debarê berê xwe da bajarê Helebê. Hemza ji destpêka jiyana xwe ve pirsgirêk di mêjiyê xwe de hebû. Ji ber vê yekê nikaribû gelek karan bike û zehmetî di perwerde û fêrbûnê de didît.

Hemza 3 sal û nîvan nikarîbû tu tevgerê bike. Ji ber ku ji aliyê malbat û textorekî  pispor ve dihat dermankirin, encam girt. Piştî dermankirinê Hemza dest bi meşê kir û bi zehmetî be jî hêdî hêdî dest bi axaftinê kir.

Dema ku Hemza bû 6 salî, bi xwişka xwe re çû dibistanê li bajarê Helebê. Ji ber nexweşiya xwe nikaribû tev li dersan bibe. Lê tevî wê jî fêrî nivîs û xwendinê bû. Hemza bi zimanê erebî, kurdî û hindekî jî îngilîzî dinivîsîne. Asta seretayî bi dawî kir û derbasî asta navîn bû.

Bavê Hemza, Reşîd Elî Karo diviya rewşa kurê wî ji wisa baştir bûya lê ji ber aloziya Sûriyê û şerê li Helebê neçar ma ku vegerin Efrînê. Li wê derê bajar hatibû dorpêçkirin, ji ber wê nikaribûn derman ji kurê xwe re peyda bikin. Ji ber wê tu pêşketinên zêde di rewşa wî de çênebûn û wekî xwe ma.

Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê, malbata Hemza neçar ma ku ji gundê xwe derkeve, berê xwe bide Şehbayê û xwe li kampa Serdem bi cih bike. Hemza niha li dibistana Til Qerah di refa 7`an a asta navîn de dixwîne.

Bavê Hemza destnîşan kir ku tu rêxistinên mirovî alîkariya wan û gelê Efrînê yên xwe li kantona Şehbayê bi cih kirine, nekir.

Der barê fêrkirina Hemza de, mamosteya wî Bawer Şêxo got Hemza bi coş tev li dersan dibe, xwesteka wî heye ku fêr bibe û rojane diçe dibistana xwe. Bawer Şêxo destnîşan kir ku hindek terkîzkirin jê re pêwîst e da ku di aliyê fêrkirinê de baştir bibe.

(bx)

ANHA