Ji dagirkeriyê re serî netewand û di kampê de malbata xwe xwedî dike

Ji ber hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk, mala xwe terk dike û rastî êşa koçberiyê tê. Ruxmî vê yekê jî serî ji zehmetiyan re netewand, li ser besteyeke biçûk şînkahî  û dermanên xwezayî difiroşe û debara malbata xwe pê dike.

Ji dagirkeriyê re serî netewand û di kampê de malbata xwe xwedî dike
Ji dagirkeriyê re serî netewand û di kampê de malbata xwe xwedî dike
21 cotmeh, 2018   10:30

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Jinên bajarê Efrînê rastî rewşên dijwar ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên giran li ser bajarê wan, hatin. Ruxmî vê jî serî ji zehmetiyên kampê re netewandin, kamp bû cihê berxwedanê û îsbata îradeya jinan ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwestin bişikînin.

Yek ji jinên berxwedêr dayika Fatime Ebdulkerîm Henan (58), şêniya Gundê Mezin ê girêdayî kantona Efrînê, di jiyana xwe de gelek hewl da pêdiviyên malbata xwe pêk bîne. Di zeviyên çandiniyê de kar kir, ji xesiya xwe fêrî dermanên xwezayî bû.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, tevî malbata xwe berê xwe da kantona Şehbayê û di Kampa Serdem de dimîne.

Fatme li kampê li ser besteke biçûk şînkahî û fêkiyan di hundirê sûka kampa Serdem de difiroşe ku debara jiyana xwe bike. Li aliyekî din jî dayika Fatme ji gihayan dermanên xwezayî çêdike û gelek cîranên  xwe bê pere derman dike.

Dayika Fatme got dewleta dagirker cudahî nexist navbera Kurd û Erebên li Efrînê û hemû şênî ji welatê wan derxistin.

Fatme destnîşan kir ku serîtewandin qebûl nekir û malbata xwe xwedî dike û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrînê dixwest îradeya jinan bişikîne, me serîtewandin qebûl nekir û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin heta ku Efrîn rizgar bibe."

(jo)

ANHA