Bolton û Lavrov sibê li hev dicivin

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Duşemê dê bi şêwirmendê serokê Amerîkayê yê ewlehiya neteweyî John Bolton re li peytexa Rûsya Moskovê bicive.

Bolton û Lavrov sibê li hev dicivin
21 cotmeh, 2018   10:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja Duşemê dê bi şêwirmendê serokê Amerîkayê yê ewlehiya neteweyî John Bolton re bicive.

Ryabkov ji Spûtnîkê re diyar kir ku hevdîtina wezîr bi Bolton re dê sibê pêk were.

Riyabkov destnîşan kir ku Moskov der barê hevpeymana ku sînor ji çekên nûkler re were danîn, li hêviya şîroveyeke berfireh e.

Dibe ku di hevdîtinê de Bolton bi berpirsên Rûsî re nîqaşan der barê rewşa Sûriyê û dosyaya Îranê de her wiha amadekariyên hevdîtina duyemîn di navbera serokê Rûsya û Amerîkayê de nîqaşan bike.

Bolton li ser toreyên tevna civakî belav kiribû ku ew berê xwe dide Moskovê da ku bi berpirsên Rûsyayê re, di nav de wezîrê karên derve Sergey Lavrov û sekreterê Meclisa Ewlehiyê Nikolay Patrushev, ji bo berdewamkirina hevdîtinên li Helsînkiyê bicive.

(bx)