Navenda Meclisa Dîwana Dada Civakî ya Reqayê hate vekirin

Li bajarê Reqayê ku di van rojan de salvegera yekemîn a rizgaririna bajêr tê pîrozkirin Navenda Meclisa Dîwana Dada Civakî bi merasîmekê hate vekirin.

Navenda Meclisa Dîwana Dada Civakî ya Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Dîwana Dada Civakî ya Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Dîwana Dada Civakî ya Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Dîwana Dada Civakî ya Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Dîwana Dada Civakî ya Reqayê hate vekirin
Navenda Meclisa Dîwana Dada Civakî ya Reqayê hate vekirin
20 cotmeh, 2018   13:25

REQA

Meclisa Dada Civakî bi armanca pêkanîna pîvanên dada civakî, wekhevî û çaresrkirina pirsgirêkan îro li bajarê Reqayê Meclisa Dîwana  Dada Civakî, vekir.

Endamên Meclisa Dada Civakî yên herêma Cizîrê, Kobanê, Minbicê, Dîwana Dada Civakî ya Tebqa û Kerame, rûspiyên êlên herêmê, Hevsroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa, nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Saziya Malbatên Şehîdan û bi dehan şêniyên bajar beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê axaftin ji aliyê Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa, Cîgirê Hevserokatiya MSD`ê Gabiryêl Şamûn, Serokê Dîwana Dada Civakî ya Reqayê Xelef El-Şam ve hatin kirin.

Di axaftinan de salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê û vekirina navendê li hemû gelê Reqayê hate pîrozkirin û hate destnîşan kirin ku bi saya têkoşîn û berxwedaniya şehîdan "payetexa terorê" Reqayl ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.

Kesên axivîne  anîn ziman ku bi riya vekirina navenda dadgehê dê fikên demokratîk, wekîhev û edalet li civakî belav bibe. Her wiha hêvî ji endamên meclîsê hate kirin ku li gorî berpirsyariya ku ji wan tê xwestin kar û xebatê bimeşînin.

Di dawiyê de deriyê Meclisa Dîwana Dada Civakî ji aliyê dayika şehîd Îbrahîm ve hate vekirin.

Dîwana Dada Civakî ji van desteyan pêk tê (Desteya Îdaa û Lêkolîn, Desteya Rêveber, Dîwana Dada Civakî)

Dîwana Dada Civakî yek ji destkeftiyên ku li Reqayê bi boneya salvegera rizgarkirina yekemîn a bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê ye.

(bx)

ANHA