Malva di salvegera xwe ya sêyemîn de hate bibîranî

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi pêşengehekê ji tabloyên şêwekariyê, şêwekarê Kurd  Omer Hemdî (Malva) di salvegera sêyemîn a koçwî de bibîr anî.

Malva di salvegera xwe ya sêyemîn de hate bibîranî
Malva di salvegera xwe ya sêyemîn de hate bibîranî
Malva di salvegera xwe ya sêyemîn de hate bibîranî
Malva di salvegera xwe ya sêyemîn de hate bibîranî
Malva di salvegera xwe ya sêyemîn de hate bibîranî
Malva di salvegera xwe ya sêyemîn de hate bibîranî
20 cotmeh, 2018   12:43

HESEKÊ

Di pêşengehê de buroya rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, buroya rêxistina giştî ya jinê, têkiliyên giştî ya YPG, Hêzên Sotoro û HPC'ê û endamên saziyên sivîl, amade bûn.

Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê, endamê rêveberiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya bajarê Hesekê Ehmed Esed axivî û bixêr hatina beşdaran kir û destnîşan kir ku hunermend roleke mezin di pêşxistina civakê de dilîzin û çanda gelan didin diyar kirin.

Esed da zanîn Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dest bi çalakiyên çandî li Bakûrê Sûriyê kiriye, yekemîn çalakiya xwe li bajarê Tebqayê û piştra li Reqayê û îro li Hesekê tê lidarxistin.

Paşê helbestvan Cindî Xizan helbestek diyarî berxwedana Efrînê û gelê Bakûrê Sûriyê kir.

Wê pêşengeh heta saet 20:00`an de  vekirî be.

Şêwekar Omer Hemdî li gundê Til Nayêf ji dayîk bûye, ji zaroktiya xwe de ji hunerê hez dikir û piştî xwendina taybet dest bi xwendina hunerê kir û bû mamosteyê şêwekariyê. 

Li rex xebatên wî yên hunerî, Hemdî hewl da ku bibe helbestvan.  Li aliyekî din Hemdî piştî ku çû Viyena di sala 1978'an û li wir ji karê hunerê re vala bû û gelek xebat di vî alî de meşand.

Hemdî bû endamê Yekitiya giştî ya Şêwekarên Nemsa û UNESCO.

Tabloyên Hemdî li holên mezin, mûzexane, bengan û wezeretên çandê hatin pêşandan. Gelek berhemên wî li Sûriyê, Amarîka, Keneda, Nemsa, Elmaniya, Fransa, Îtaliya, Holenda, Yaban, Sêrîlenka û Rûsyayê  hene.

(jo)

ANHA