Li Tirbespiyê baxçeyê zarokan hate vekirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokraîtk-Jin (KPCD- Jin) baxçeyê zarokan bi navê "Gulên Rojava" bi tevlîbûna bi dehan zarok, vekir.

Li Tirbespiyê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Tirbespiyê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Tirbespiyê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Tirbespiyê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Tirbespiyê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Tirbespiyê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Tirbespiyê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Tirbespiyê baxçeyê zarokan hate vekirin
20 cotmeh, 2018   12:30

QAMIŞLO

Di çarçoveya kar û xebatên KPCD-Jin, îro li navçeya Tirbespiyê baxçeyê zarokan bi şahiyekê vekir. Bi dehan zarok û malbatên xwe beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de yek ji rêveberên KPCD-Jin a kantona Qamişlo Ibtîsam El-Hisên bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku ew weke KPCD-Jin armanca wan ji vekirina baxçeyên zarokan ku nifşekî zane û perwerdekirî were afirandin.

Her wiha Ji rêveberên KPCD-Jin a navçeya Tirbespiyê Rojbîn Şakir jî teqez kir ku hemû destkeftî bi saya xwîna şehîdên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin.

Paşê deriyê baxçe ji aliyê Zozan Ebas ve ya ku rola wê di vekirina baxçe de hebû, hate vekirin.

Baxçeyê Gulên Rojava ji 5 odeyan pêk tê. 5  mamoste jî ji bo birêvebirina baxçeyê zarokan têne amadekirin.

Zarokên temenê wan di navbera 3 -5 salî dikarin navê xwe di bexçe de qeyd bikin.

Tê payîn ku di dmên pêşde beşê mûzîk û wênesaziyê jî werin vekirin.

(bx)

ANHA