Saziya Xwendina Bilind çi ye?

Yekemîn konferansê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nirxandina rêziknameya sîstema rêveber a Saziya Xwendina Bilind a ku dibe weke sîstem ji hemû zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin piştî ku ji aliyê Rêveberiya Xwesr a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve were erêkirin, didome.

Saziya Xwendina Bilind çi ye?
Saziya Xwendina Bilind çi ye?
Saziya Xwendina Bilind çi ye?
Saziya Xwendina Bilind çi ye?
Saziya Xwendina Bilind çi ye?
Saziya Xwendina Bilind çi ye?
20 cotmeh, 2018   11:28

KADAR ÎBRAHÎM – EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Yekemîn konferansê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya duyemîn de didome. Konferans li Zanîngeha Rojava tê lidarxistin. Konferans bi armanca avakirina sîstemeke hevbeş ji bo zanîngehên Kobanê, Cizîr û Efrînê tê lidarxistin. Endam û rêvebrên Zanîngeha Rojava, Kobanê û Cizîrê her wiha rewşenbîr û akademsyan tev li konferasnê bûne

Di konferansê reşnivîsa sîstema rêveber a Saziya Xwendina Bilind ji aliyê komîteya amadekar ve hate pêşkêşkirin. Ew saziyeke sîstema dersdayînê di peymangeh, fakulte, zanîngeh û akademiyên herêmê Bakur û Rojhilat Sûriyê dişopîne. Di reşnivîsê de sazî çiye, çi beşên wê hene û çi erka wê ye hate diyarkirin.

Saziya Xwendina Bilind çi ye?

Saziya Xwendina Bilind saziyeke ku hemû zanîngeh, akademî û peymangehên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêve dibe. Saziya Xwendina Bilind girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkinên ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di karê xwe de serbixwe ye. Beşê lêkolîn û pilansziyê saz dike.

Çend beşên Saziya Xwendina Bilind hene. Kesê ku bixwaze derbasî Saziya Xwendina Bilind bibe pêwîste bawernameya seretayî, peymangeh, master, macistêr yan jî dektora pê re hebe.

Beşên Saziya Xwendina Bilind ev in:

Zanîngeh: Saziyeke ku xwendin û fêrkirina asta bilind têde tê kirin. Lêkolînên zanistî li wê derê têne kirin. Di nav de fakulte, dibistanên bilind, akademî û peymangeh û hwd hene.

Fakulte: Saziyeke xwendinê ye. Xwendekar 8 werzan têde dixwîne. Her werzeke 14 hefteyan didome.

Akademî: Li gorî pêwîstiyên xwendina bilind e û ji bo pêwîstiyên civakê pêk bîne di demên diyar de vedibe. Akademî yek ji saziyên fêrkirinê ku ji aliyê rêveberiya akademî û Desteya Xwendina Bilind ve tê birêvebirin. Dibe ku akademî ji dervî xwendina bilind werin vekirin (Akademiyên birdozî).

Peymangeh: Saziyeke fêrkirinê ye. Xwendina wê ji du werz heta 6 werzan e.

Rêveberiya Saziya Xwendina Bilind

Rêveberiya Saziya Xwendina Bilind ji hevserok, 3 cîgiran, hevserokên zanîngehan û nûnerên akademiyan, pêk tê.

Hevserokên Saziya Xwendina Bilind û 3 cigir ji aliyê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê hilbijartin.

Gelek erkên Saziya Xwendina Bilind hene ji wan, bernameya salane ya hemû akademiyên Saziya Xwendina Bilind amade dike.

Piştî ku nirxandina reşnivîsa Saziya Bilind a Xwendinê li Bakurê Sûriyê bidawî bibe, tê payîn nîqaş li ser sîstema dispilînê li zanîngehan, peymangeh û akademiyan were kirin.

(bx)

ANHA