Meclisa Sivîl a Reqayê salvegera rizgarkirina bajêr li hemû gelê Sûriyê pîroz kir

Meclisa Sivîl a Reqayê salvegera yekemîn a rizgarikirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê li tevahî gelê Sûriyê û hemû gelê cîhanê pîroz kir.

Meclisa Sivîl a Reqayê salvegera rizgarkirina bajêr li hemû gelê Sûriyê pîroz kir
20 cotmeh, 2018   10:23

REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê bi boneya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Piştî salekê li ser rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê û bi hevkariya  Koalîsyona Navnetewî, jiyan ji nû ve li bajêr vegeriya. Ewlehî û aramî di hemû aliyan de çêbûye. Tevgera bajêr zêde bûye. Nêzî 200 hezar malbat li malên xwe vegeriyan. Bi hevkariya şêniyên bajêr û keda wan gelek kar û destketî di hemû aliyan de hatin bidestxistin. Ji sedî 80 ji binesaziya bajar xira bû. Gelek mayîn û bombe di kolanên bajar de hatibûn bicihkirin.

Tevî derfetên xwe yên kêm lê îradeya gel ji her tiştî re xurttir bû.

Em weke Meclisa Sivîl a Reqayê vê rojê li gelê Sûriyê û hemû gelê cîhanê pîroz dikin. Spasya hemû aliyên ku alîkariya me kir da ku ji nûve jiyan li bajarê me vegere, dikin. Lê ev yekê têrê nake. Em bi hêvî ne ku bi awayekî layiqî gelê me be alîkariya me bikin û bi awayekî cidî li ser rewşa bajêr bisekinin. Piraniya gelê bajêr ji ber ku malên wan hilweşiyane nikarin li malên xwe vegerin. Em bang li hemû gelê bajêr ên li derve dikin ku li warê xwe vegerin û tev li xizmeta bajarê xwe bibin.

Tevî ku emê derbasî sala duyemîn bibin lê hê jî em li beramberî gelê xwe di aliyê xizmetê de kêm in.

Ji ber wê em ê bi hemû hêza xwe kar û xebatên xwe berdewam bikin û xizmeta gelê xwe bikin da ku em bajarê xwe bikin paytexa aştî û aramiyê."

(bx)

ANHA