Bendava Kidêran yek ji mezintirîn bendavên li Sûriyê ye

Bendava Kidêran ango (Bendava Bass)  ji bendên sereke yê Reqayê piştî Firat û Tişrînê ye tê, ku herkîna avê bi rêxistin dike, berhemên enerjiyê dide  û zevî av dide.

20 cotmeh, 2018   11:38

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Bendava Kidêran li Reqayê ye li ser çemê Firatê ye, bilindbûna wê 14 metreye û firehbûna wê 60 metreye. Di sala 1986 hate vekirin, 20 km dûrî bajarê Reqayê ye û 27 KM dûrî Bendeva Firatê ye.

Lêkolînên destpêkê li cihê Bendavê û stasyona Kehrebê di sala 1979 dest pê kir. Di sala 1981'an şirketa giştî dest bi sererastkirina zeviyan kirin, amadekarî û alavên stasyona Kehromaiyê ji aliyê şîrketên Rûsî ve hate kirin.

Bendav projeyên çandiniyê yên mezin li herêmê av dide û bi rêka stasyonên Kehromaiyê enerjiyê dide û herikîna avê bi rêxistin dike.

Stasyonên li derdora gola Bendava Kidêran, rewşa çandiniyê li derdora çem û gundên wê baş dike û zevî têne avdadn. Her wiha masî jî li wir hene û gel pê debara xwe ya jiyanê dike.

Endziyar  û berpirsê giştî yê bendavê Mihemed El-Xilêf wiha got:"Bendav 3'yemîn mezintirîn bendavên li Sûriyê ye.”

Mihemed El-Xilêf destnîşan kir ku piştî ku çeteyên DAIŞ`ê di dawiya meha Cotmeha sala borî ji vir hatin derxistin, stasyon ji mayînên ku çeteyan têde bicihkiribûn hate paqijkirin û tunelên ku çeteyan di navbera gundê Kidêran û bendavê de çêkiribûn hatin girtin.

Mihemed El-Xilêf destnîşan kir ku benda kehrebê didin şirketa giştî a kehrebê, ew jî kehrebê li gorî xetên amade li gundan û bajarên wek Mesken û Kobanê belav dike.

ANHA