‘Em li hemberî bombebarana dijmin sekînin, em ê dijwariya zivistanê jî tehmûl bikin’

“Em dijwariya zivistanî tehemûl bikin û li hemberî dagirkeriyê bisekinin, wekî çawa em li hemberî êrîşên wan ên giran sekinînin bi heman rihî em li berxwedana xwe dewam bikin heya Efrînê rizgar bikin” bi van gotinan Şêniyên Efrînê yê li Şehbayê pêşwaziya zivistanê dikin.

20 cotmeh, 2018   10:05

CEFER CEFO – FÎDAN EBDULLAH / ŞEHBA

Zêdetirî 6 mehin şêniyên Efrînê ji ber kiryarên artêşa Tirkiyê a dagirker û çeteyên wê neçar man ku ji Efrînê derkevin û berê xwe bidin Kantona Şehbayê. Şêniyan hemû rewşên zehmet derbas kirin, lê tevî wê jî berxwe didin heta rizgarkirina Efrînê.

Demsala zivistanê li ber deriyane, şêniyên Efrînê cara yekemîn ew ê dervayî bajarê xwe bin û di bin kampên berxwedanê bin. Efrîniyan dane zanîn tekane rêya rizgarkirina Efrînê û vegera wê, berxwedan e.

Yek ji şêniyên Efrînê Silêman Mihemed got wan 58 rojan li hemberî êrîş û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî sekînin û radestî dewleta Tirk nebûn û îsrarkirina li ser rêya berxwedanê roj bi roj hêza wan zêde dike.

Her wiha şêniya bi navê Sîham Ebdo wiha got:"Germa royê di havîn dijwar bû û etmosfêra zivistanê ewê dijwartir be. Em her tiştî didin ber çavên xwe, taybet wê nexweşî zêde bibin û jiyana di bin konan de dijwartir bibe.”

Sîham destnîşan kir ku Efrînê welatê wane û ti carî welatê xwe yê ku ew ji her cure êrîşên ku li Sûriyê rû didan, parastin. Ji ber vê yekê ew ê dirûşemeya jiyana wan heta rizgariya Efrînê  û vegera wan  berxwedan be.

Şêniya bi navê Fatime Mecîd jî got şêniyên Efrînê neçar man ji welatê xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê, şênî rewşên dijwar dijîn û li hemberî hemû komployên gelek dewletan sekînin.

Fatime di axaftina xwe bang li rêxistinên navnetewî û mirovî kir  ku zextê li dewleta Tirk bikin ku ji Efrînê derkeve û sivîlên di Efrînê hatine dorpêçkirin, rizgar bikin.

(jo)

ANHA