Xezaba Zeytûnê yek ji ajanên dewleta Tirk tesfiye kir

Odeya Çalakiyan a Xezaba Zeytûnê ragihand wan yek ji ajanên dewleta Tirk ê ji bajarê Til Rifet tesfiye kirine.

Xezaba Zeytûnê yek ji ajanên dewleta Tirk tesfiye kir
20 cotmeh, 2018   09:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.  Di daxuyaniyê de hate gotin ku ajanê çeteyan ê bi navê Muhened Zîr ê ji bajarê Til Rifet hate tesfiye kirin. Odeyê eşkere kir ku 15`ê Cotmehê li herêma Cereblûsê çete hate girtin û kuştin.

Her wiha di daxuyaniya odeyê de, hate teqezkirin ku çeteyê ku hatiye kuştin hewl da di du aliyan de ajantî bike û  li ser destê istixbaratên dewleta Tirk hatiye perwerdekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hemû ajan hatin hişyarkirin û hate teqezkirin ku ew ê werin cezakirin.

(jo)

ANHA