Çîroka jina ciwan a Reqayê ku bi recimê hatiye qetilkirin

DAIŞ'ê der heqê jinên Reqayê de gelek binpêkirinên ne exlaqî dane meşandin. Hovîtiya çeteyan gihaşt asta recimkirinê. Çeteyan bi mebesta bi rûniştandina serweriya xwe li bajêr ev ferman pêk dianîn. Çîroka Rahaf yek ji çîrokên binpêkirina DAIŞ'ê ye.

Çîroka jina ciwan a Reqayê ku bi recimê hatiye qetilkirin
20 cotmeh, 2018   09:02

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Çeteyên DAIŞ'ê 4 salan bajarê Reqayê dakiri bûn. Di van 4 salan de ji bo ku serwerya xwe bide rûniştandin gelek qanûnên dijmirovî li şêniyan ferz dikir.

Jinên Reqayê parên xwe ji van ferman û qanûnan girtin. Gelek jin bi riya recimkirinê heta mirinê hatin qetilkirin. Yek ji wan jinan, jina ciwan bi navê Rahaf a ku bi sedema ku dixwîne û bi tena serê xwe diçe derveyî bajêr hate qetilkirin.

Rahaf 23 salî bû. Rahaf ji fakulteya Perwerde û Fêrkirinê beşa zimanê Erebî der çûye. Dema vedigerî bajarê Reqayê li ser benda kontrolê ya çeteyên DAIŞ'ê hate rawestandin. Çeteyan ji Rahaf sedema derketina wê ji bajêr pirsîn. Rahaf got ku ew xwendekara zanîngehê ye.

Girtina Rahaf û rejmkirina wê heta mirinê

Piştî çend rojan ji vegera Rahafê, çeteyan ser de malê wê girtin. Rahaf, bavê wê û hevaleke wê bi navê Roza ku serdana wê dikir girtin. Piştî mehekê çeteyan bavê Rahafê serbet berdan û her du keçik li girtîgehê hiştin.

26'ê Nîsana 2017'an malbata Rahaf hate agahdarkirin ku hikuma mirinê bi recimkirinê li keça wan bi hinceta ku xwestekên çeteyan neaniye cih hate birîn û hikum li ber dermanxaneya El-Xidir li sûka Reqayê dê bînin cih.

Malbata Rahaf hate niha cenazeya keça xwe nedîtine û her wiha çarenûsa Rozayê mîna bi sedan şêniyên Reqayê ne diyar e.

Her wiha çeteyên DAIŞ'ê ev ferman li gelek jinên Reqayê bi hincetên ne rast pêk anîne. Ev hikum li ber stada Reş a bajêr pêk dihatin. Çeteyan, jinan bi dest û ling girêdayî dikirin kurtikan. kûrahiya wan metreyek bû û nîvê bedenê wan di kurtikê de bû. Piştre jin bi keviran recim dikirin. Çeteyan ji bo çandina tiresê di dilê şêniyan de jinan rojekê sax di wan kurtikan de dihiştin.

Lê piştî rizgarkirinja bajêr ji hêla QSD'ê û YPJ`ê ve, gelek jinên ku hatine revandin hatin rizgarkirin û ji nû ve xwe bi rêxistin kirin û niha dikarin xwe bi xwe rêve bibin.

(şx)

ANHA