Îro Festîvala Çand û Hunerê ya Dîcle-Firat a Şehîd Hogir tê lidarxistin

Îro wê 4`mîn Festîvala Çand û Hunerê ya Dîcle-Firat a Şehîd Hogir li bajarê Kobanê were lidarxistin.

Îro Festîvala Çand û Hunerê ya Dîcle-Firat a Şehîd Hogir tê lidarxistin
20 cotmeh, 2018   08:47

KOBANÊ

Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) hemû amadekariyên 4`mîn Festîvala Çand û Hunerê ya Dîcle-Firat a Şehîd Hogir bi dawî kirin. Ciwanan di vê çarçoveyê de, dika festîvalê bi wêneyên şehîdan, alên YPG û YPJ`ê xemilandin.

Îro wê saet 17:00`an festîval li Qada Şehîd Egîd wer lidarxistin. Tê payîn ku wê şêniyên Minbic, Girê Spî, Tebqa, Reqa û Herêma Cizîrê jî beşdarî festîvalê bibin.

Her wiha piştî festîvala Kobanê, li bajarê Reqayê 25`ê Cotmehê, li Qamişlo di 30`ê Cotmehê û û li Hesekê jî 05`ê Mijdarê wê berdewam dike.

Yek ji endamên komîteya amadekar a festîvalê Çiya Welat got armanca wan ji vê festîvalê ew e ku çanda her pêkhateyekî bidin naskirin. Çiya da zanîn ku wê hemû ciwanên herêma Firatê û Cizîrê rola xwe di vê festîvalê de bilîzin.

(hh)

ANHA