Malbatên Şehîdên Minbicê gefên dewleta Tirk red kirin

Malbatên Şehîdên Minbicê teqez kirin ku ew gefên dewleta Tirk ên li ser Minbicê qebûl nakin û gotin, ew rê nadin ti kesî ku derbasî bajarên wan bibe.

Malbatên Şehîdên Minbicê gefên dewleta Tirk red kirin
20 cotmeh, 2018   08:14

SELWA EBDILREHMAN – ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Di Konferansa yekemîn a Meclisa Malbatên Şehîdan Minbicê ku duh hate lidarxistin, malbatên şehîdan ji ajansa me re axivin.

Bavê şehîd Botan Tirkman Selahdîn Bîş Elo axivî û got:"Gefên dewleta Tirk li ser bajarê Minbicê vala ne, ev hemû gotegotên derewin û ti rastiyê xwe tune ne."

Elo destnîşan kir ku Erdogan bi rêya daxuyanî û gotegotan dibêje ew ê têkeve Minbicê û dixweze rizgar bike û wiha got:"Tu dixweze Minbicê ji şêniyên wê rizgar bike? Em xwediyên Minbicê ne, Erdogan û komên wî ne xwediyê vê axê ne, em wek malbatên şehîdan heta dawiyê em nehêlin hikumeta Erdogan û çeteyên wî têkevin Minbicê."

Selahdîn Bîş Elo da zanîn ku ew ê çekê rabike û parastina Minbicê bike û got:"Ji bo xaka welatê xwe em ê şehîd bibin, em ê li ser riya şehîdên xwe bimeşin.”

Her wiha dayîka şehîd Çekdar Kewser Hemî li ser gefên dewelta Tirk wiha got:"Gefên dewleta Tirk ji bo me ne girîng e, ji ber ku em wek şêniyên Minbicê ji gefên ku li ser ewlekariya bajarê tên, me yekitiya xwe çêkiriye."

Kewser Hemî da zanîn ku ew wek dayîkên şehîdan ger êrîş çêbû ew ê çekê rabikin û got:"Em soz didin zarokên xwe şehîd ku em xwîna wan li erdê nahêlin, em ê armancên wan bidin jiyan kirin."

Xedîce El-Xelef dayîka şehîd Newaf El-Xelef jî wiha got:"Em naxwazin ku Erdogan û çeteyên wî têkevin bajarê ku bi xwîna şehîdan hate avdan."

Xadîce got:"Ji bo rizgariya bajarê me û gelê me ji zilima terorê, zarokên me şehîd bûn. Em wek şêniyên Minbicê em nahêlin ku Erdogan têkeve bajarê me, hemû pêkhateyên Minbicê bi hev re dijîn û yekitiya xwe ava kirine."

(jo)

ANHA