‘Ocalan ji me xwest ku em xwe rêxistin bikin’

Şêniyên Efrînê yên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, destnîşan kirin ku tiştên ku niha li herêmê rû dide, Ocalan beriya niha ji wan re nirxandibû û ji wan xwestibû ku xwe bi rêxistin bikin.

‘Ocalan ji me xwest ku em xwe rêxistin bikin’
19 cotmeh, 2018   09:44

CAFER CAFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Di nava têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê de gelek şêniyên Rojava dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyê û Lubnanê bû bi Ocalan re civiyan. Di vê çarçoveyê de, du şêniyên ji Efrînê yên ku bi Ocalan re civiya bûn gotin tişên ku Rêber Ocalan ji wan re gotibû niha li herêmê pêk tê. 

Wehîd Osman û Mihemed Şêxo gotin ku Rêber Ocalan ji wan dixwest ku xwe bi rêxistin bikin û li hemberî siyasetên dijmin pir hişyar bin.

Wehîd Osman ji gundê Hesen Dîra yê girêdayî navçeya Bilbilê ye. Li ser hevdîtina xwe bi Ocalan re axivî û destnîşan kir ku sala 1984`an wî Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir, sala 1990`î de wî li bajarê Helebê Rêber Ocalan dît û wiha dewam kir:"Ji ber Rêber Ocalan xwedî kesayeteke pir bi hêz e ji ber wê  wî pir bandor li min kir.”

Osman got di hevdîtinê wan de, Ocalan ji wan xwest ku sendîqeyên xwe ava bikin da ku ji bo demên pêş amade bin û rêxistinkirî bin. Osman diyar kir ku Rêber Ocalan di axaftinên xwe de li ser Şoreşa Rojava diaxivî û wiha got:"Dema şoreşê destpê kir, wan xeta sêyemîn ji xwe re esas girt. Di şoreşa xwe de fikrên Ocalan ji xwe re esas girtin, ji ber wê şoreşa wan bi ser ket û gelek destkeftî bidest xistin. Rêber Ocalan ji me xwest ku li hember siysetên dijmin ku li dijî wan tê  meşandin pir hişyar bin da ku şoreşa wan bi bin nekeve û civaka me  parçe nebe.”

Wehîd Osman destnîşan kir ku Rêber Ocalan ji wan re teqez kir ku pêwîstî bi kesayetên baweriya wan bi doza Kurdan hene, da ku ji bo têkoşînê re made bin û civaka xwe ber bi azadiyê ve bibin.

Ji aliyê xwe ve Mihemd Şêxo yê ji navçeya Raco ye diyar kir ku fikrên Ocalan xizmeta hemû gelan dike ne tenê gelê Kurd û wiha dewam kir:”Min sala 1985`an Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û li sala 1993`an li Şamê Ocalan dît. Pîvanên têkoşîna Rêber Ocalan ji bo hemû gelan e, ji ber ew Rêberekî navnetewî ye û tişta ku vê yekê teqez dike ku bi sedan welatiyên biyanî di oxira vê rêyê de şehîd bûn. Di têkoşîna xwe de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pîvana biratiya gelan ji xwe re esas girtin.”

Şêxo destnîşan kir ku Rêber Ocalan di firkên xwe de hemû gelan digre dest û ev tişt anî ziman:" Rêber Ocalan ji me re got ew dixwazin têkliyên xwe bi hemû gelan re ava bikin da ku tevger û armancên xwe ji wan re pênase bikin. Divê ku her kes li cihê xwe têkoşînê bike da ku fikrên tevgerê li her derê belav bibe û her kes nas bike ku çawa rastî êrîşên qirkin û tinekirinê tên."

Şêxo got projeya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye dayîn xizmeta hemû gelan dike û armanca wî ku civak ber bi azadî, îradeyeke xurt û dûrê sîstema desthilatdariyê ve bibin.

Şêxo destnîşan kir êrîşên li ser Efrînê ji aliyê dewletên navnetewî ve hate kirin û armanca wan ku civakê parçe bikin.

Mihemed Şêxo di dawiyê de bang li hemû gelan kir ku fikrên Netewa Demokratîk esas bigrin da ku civakek ekolojî û  exlaqî ava bikin û mirov xwedî rêgezên welatparêziyê be.

(bx)

ANHA