‘Derbarê jinên Siwêdiyê tu lihevkirin bi çeteyan re nehatine kirin’

Berdevkê Fermî ya QSD`ê Kîno Gabiyêl teqez kir ku heta niha derbarê berdana jinên Siwêdiyê yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine revandib, tu lihevkirin di navbera wan û çeteyên DAIŞ`ê de çênebûye.

‘Derbarê jinên Siwêdiyê tu lihevkirin bi çeteyan re nehatine kirin’
19 cotmeh, 2018   09:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Hin dezgehên çapemeniyê duh hin gotegot belav kirin ku têde dibêjin QSD`ê bi çeteyên DAIŞ`ê re der barê berdana jin û zarokên Siwêdayê yên ku di destê DAIŞ`ê de, lihev kirine.

Berdevkê Fermî yê QSD`ê Kîno Gabiyêl derbarê mijarê ji ajansa me ANHA`yê re axivî û diyar kir ku ev yek ji rastiyê dûre û heta niha tu lihevkirin bi çeteyên DAIŞ`ê re derbarê jinên Siwêdiyê yên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine revandin nehatine kirin.

Gabiryêl teqez kir ku bo ku zarok û jinên Siwêdayê ji destên DAIŞ`ê bêne rizgarkirin, QSD`ê hêjî ji bo pevguhartina girtiyan amade ye.

Gabiryêl teqez kir ku bo ku zarok û jinên Siwêdayê ji destên DAIŞ`ê bêne rizgarkirin, QSD`ê hêjî ji bo veguhestin girtiyan amade ye.

(bx)

ANHA