Aliyekî din ji berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê

Bi hatina demsala zivistanê û barîna barana payîzî gelê Efrînê yê ku li Şehbayê xew bi cih kirine gelek zehmetiyan dibînin. Ava baranê derbasî malên wan  yên wêrankirî dibe. Gelê Efrînê teqez kir ku ev yek li pêşiya vegeran wan li Efrînê nabe asteng. Her wiha bang li rêxistinên pewendîdar kirin ku alîkariya wan bikin.

Aliyekî din ji berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê
Aliyekî din ji berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê
Aliyekî din ji berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê
Aliyekî din ji berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê
Aliyekî din ji berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê
Aliyekî din ji berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê
Aliyekî din ji berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê
19 cotmeh, 2018   10:00

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Gelê Efrînê ji ber êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin û xwe li kantona Şehbayê bickin bikin. Gelek malbatên Efrînî di malên li kantona Şehbayê de yên ku ji ber şerê li herêmê hatine gelek zerar dîtine xwe bi cih kirine. Her wiha hindek ji wan jî xwe di kampên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê hatine vekirin, xwe bi cih kirine.

Şêniyên Efrînê baweriya wan heye ku ew ê li warê xwe Efrîn vegerin û ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin.

Malên ku gelê Efrînê xwe di wan bi cih kirine ji ber şerê li herêmê hatine gelek zerar dîtine Ava baranê derbasî malên wan dibe û ji ber vê yekê jî şênî neçar dimînin ku li gorî derfetên xwe wan malan sererast bikin.

Di vê çaroveyê de şêniyê bi navê Heysem Xelo yê ku xwe li gundê Til Qerah bi cih kiriye got ew pencereyên xwe naylon digre da ku ba û ava baranê derbasî mala wan nebe û destnîşan kir ku ew hewl didin zarokên xwe biparêzin.

Heysem teqez kir ku ew li ber xwe didin da ku li warê xwe Efrîn vegerin. Her wiha Heysem bang li aliyên pewendîdar kir ku alîkariya wan bikin.

Ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Narîman Şêxmûs got ava baranê derbasî mala wan dibe ji ber banê mala wan xirabûyî ye û diyar kir ku derî û penceryên mala jî xirabûyî ne. Narîman teqez kir ku ev yek li pêşiya vegera wan li Efrînê nabe asteng.

Şêniya bi navê Cemîla Mecîd Ebdo jî destnîşan kir ku bi rêya naylon û caw hemû kunên di mala xwe de girtine û teqez kir ku ew ê di hemû rewşan de li ber xwe bidin.

Ji aliyê xwe Şaredariya Gel hindek bilok û çîmento dane gelê Efrînê yên ku xwe di kampên Berxwedan, Serdem û Efrînê de bi cih kirine da ku derdora çadirên xwe çêbikin ji bo ava baranê derbasî konê wan nebe.

Şaredariya Gel piştî ku duh baran li kantona Şehbayê bariya hewl dide li gorî derfetên xwe alîkariya gelê Efrînê dike.

(bx)

ANHA