ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.10.2018
19 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê konferansa xwe ya damezrîner li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekemîn Konferansa Zanîngehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Fakulteya Çandinî ya bajarê Qamişlo dest pê dike. saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi rasthatina salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê şêniyên bajêrê kêfxweşiya xwe anîn ziman û 17‘ê Cotmehê  bi roja cejnê û rakirina ewrên tarî bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmareke şêniyên Efrînê yên ku bi Ocalan re hevdîtin kirine destnîşan kirin ku Ocalan ji wan re rewşa siyasî nirxandin û banga xwerêxistinkirin û avakirina saziyan kir. Her wiha gotin: "Ocalan rêberekî netewî ye ji ber ku banga azadiya hemû gelan dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Niştecihên bajarê Hesekê ji ber berdana guleyan bê serûber, bi taybet di şahî û munasebetan de fikarên xwe anîn ziman. Rêveberiya Asayîşê jî diyar kir ku wan 25 kesên ku ev nêzîkatî dikirin, girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Minbicê anîn ziman ku ew gefxwarinên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmê qebûl nakin û teqez kirin ku ew ê heya dawî herêmê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarê Kurd Fethullah Hiso got, Tirkiyê hewl dide berjewendiyên xwe li Sûriyê biparêze, lê bi ser neket û xwe xiste krîzeke aborî. Hiso anî ziman ku ji ber nakokiyên Rûsya û Tirkiyê dê rewşa Idlibê aloz be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer Selûmî El-Hisên dewleta Tirk wekî girdiyanekê bi nav kir û got, armanca tecrîdê veşartina rewşa tenduristî ya Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Sê xuşik bi tenê li kampa Minbicê jiyan dikin, li hemberî mercên zehmet û tenahiyê sekinîn û di dirûtina cilan de dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yek ji lehengên berxwedana YPJ’ê Mizgîn Şêxmûs e û ji destpêka damezirandina YPJ'ê ve beşdarî nava xebatên parastina jinan bû û hêza xwe ji fikr û felsefeya Ocalan werdigirt. Têkoşer Mizgîn Şêxmûs piştî berxwedaneke mezin di sala 2014'an de di şerê Hamiyêt El-Wetîs a girêdayî Serêkaniyê de şehîd bû. (BI WÊNE).

- Hejmarek jinên kantona Efrînê destnîşan kirin ku binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê rûyê rast ê siyaseta dewleta Tirk a dagirker eşkere dike û diyar kirin ku hêzên dagirker bi navê islamê binpêkirinan li dijî mirovahiyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Bi nêzîkbûna demsala zivistanî û barana payîzî re av derbasî çadirên şêniyên Efrînê yên li kampên Şehbayê dibe. Şênî banga alîkariyê li rêxistinên mirovî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Pêşxitina Aborî ya navçeya Girkê Legê bi armanca peydakirina hewcedariya sûkê ji şînkahî û derfetên kar dest bi projeyên baxçeyên sergirtî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a navçeya Til Koçer gelek proje li navenda navçeyê û gundewarên wê pêk anîn û bi hatina demsala zivistanî re proje pêşkêşî Desteya Şaredariyan kir da ku erê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, tevgera trafîkê bi rengekî balkêş bi rêxistin bûye, şêniyên navçeyê bi hevkariya Şaredariya Gel pirsgirêka belavbûna sergo li kolanên navçeyê çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA