Li Hesekê teqîn- Hate Nûkirin

Li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê teqînek pêk hat, ji ber teqînê ziyan gihiştin du erebeyên sivîlan.

Li Hesekê teqîn- Hate Nûkirin
18 cotmeh, 2018   20:36

HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nuçegihanê me ji herêmê dane, li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê, nêzî Mesakin Şirta bombeyek teqiya. Ji ber teqînê ziyan gihiştin du erebeyên sivîlan.

Hêzên Asayîşê cihê bûyerê dorpêçkirine û lêpirsîn dane destpêkirin.

ANHA