Mizgîn Şêxmûs; hevrêya her kesî û mamosteya jiyanê

Yek ji lehengên berxwedana YPJ’ê Mizgîn Şêxmûs e û ji destpêka damezirandina YPJ'ê ve beşdarî nava xebatên parastina jinan bû û hêza xwe ji fikr û felsefeya Ocalan werdigirt. Têkoşer Mizgîn Şêxmûs piştî berxwedaneke mezin di sala 2014'an de di şerê Hamiyêt El-Wetîs a girêdayî Serêkaniyê de şehîd bû.

Mizgîn Şêxmûs; hevrêya her kesî û mamosteya jiyanê
Mizgîn Şêxmûs; hevrêya her kesî û mamosteya jiyanê
Mizgîn Şêxmûs; hevrêya her kesî û mamosteya jiyanê
Mizgîn Şêxmûs; hevrêya her kesî û mamosteya jiyanê
Mizgîn Şêxmûs; hevrêya her kesî û mamosteya jiyanê
Mizgîn Şêxmûs; hevrêya her kesî û mamosteya jiyanê
Mizgîn Şêxmûs; hevrêya her kesî û mamosteya jiyanê
Mizgîn Şêxmûs; hevrêya her kesî û mamosteya jiyanê
Mizgîn Şêxmûs; hevrêya her kesî û mamosteya jiyanê
Mizgîn Şêxmûs; hevrêya her kesî û mamosteya jiyanê
19 cotmeh, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN / ŞÎNDA EKREM

Têkoşer Mizgîn Şêxmûs di sala 1989'an de li Dirbêsiyê ji dayik bûye û di nava 10 xwişk û birayên xwe de di rêza çaremîn de bû. Têkoşer Mizgîn bi dilnermbûna xwe dihat nasîn û di malê de gul û kulîlkên cuda diçandin.

Têkoşer Mizgîn ji zarokatiya xwe ve bi çalakbûna xwe dihat nasîn û ji bo alîkariya malbata xwe bike di nava zeviyên pembo de dixebitî.

Têkoşer Mizgîn ji ber rewşa xizantiyê ya malbatê neçar ma dest ji xwendina xwe berde û berpirsyariya malbatê li rex xwişk û birayên xwe girt ser milên xwe û dostaniya hemû kesên ku ew nas dikirin, dikir.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava ve têkoşer Mizgîn jiyana xwe ya malbatê terk kir û bi coş beşdarî nava xebatên şoreşê bû. Têkoşer Mizgîn di destpêkê de cihê xwe di nava Tevgera Jinên Ciwan de girt û beşdarî gelek çalakiyên ciwanan bû. Piştî damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkoşer Mizgîn bi dilgermî beşdarî nava xebatên parastina jinan bû û cihê xwe di nava refên YPJ'ê de girt.

Dosta hemûyan bû

Der barê kesayeta têkoşer Mizgîn de dayika wê Hemdiyê Hisên got ku wê navê şehîd Mizgîn li keça xwe kiriye û diyar kir ku hemû kesên ew nas kirin ji wê hez dikir û wê jî alîkarî ji her kesî re dikir.

Xwişka têkoşer Mizgîn a biçûk Reyhan Şêxmûs behsa têkiliya xwe bi xwişka xwe têkoşer Mizgîn re kir û wiha got: "Şehîd Mizgîn gelekî ji bo min nêzîk bû. Em her tim bi hev re bûn. Em wek dost û hevalên hev bûn. Cara yekemîn ku em ji hev dûr ketine dema ku ew beşdarî nava YPJ'ê bûye.”

Birayê têkoşer Mizgîn ê bi navê Basil Şêxmûs got têkoşer Mizgîn ji bo wan wek dayikekê bû û bi coş û bi dilgermî beşdarî nava xebatên şoreşê dibû.

Şoreşa Rojava... jiyaneke nû

Xwîşka têkoşer Mizgîn a bi navê Kurdê Şêxmûs diyar kir ku di destpêka şoreşa Rojava de têkoşer Mizgîn dest ji malê berda û beşdarî nava xebatên Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger bû û di mijarên xwebirêxistinkirinê de pêşeng bû. Her wiha di kar û xebatên Yekitiya Star (Kongreya Star) de bi çalak tev digeriya û wiha domand: "Piştî demekê ku têkoşer Mizgîn serdana Tabûra Şehîd Berçem a Serêkaniyê kir, ji dayika xwe re got ku ew dixwaze beşdarî nava xebatên parastinê bibe."

Dayik Hemdiyê Hisên got ku wê dizanibû ku keça wê Mizgîn dê beşdarî nava xebatên parastinê bibe, nemaze ji ber ku girêdana wê bi axa welat û parastina jinan ve gelekî zêde bû.

Têkoşer Mizgîn piştî ku beşdarî nava YPJ'ê dibe, hevrêyên xwe fêrî zimanê kurdî dike.

Hemû fêrî hezkirina jiyanê kirin

Hevrêya têkoşer Mizgîn a bi navê Sêal Roj behsa bîranînên xwe bi wê re kirin û wiha got: "Min şehîd Mizgîn di Tabûra Şehîd Berçem de nas kir. Di hevdîtina yekemîn de ew ji bo min balkêş bû û hemû xebatên xwe bi awayekî birêxistinkirî didan meşandin. Beriya ku hevdîtina fermandaran bike me xebatên şoreşê û rastiya jinan û Rêbertiyê gotûbêj dikir. Piştre wê biryara xwe da ku beşdarî nava xebatên parastinê bibe."

Piştî ku têkoşer Mizgîn beşdarî nava xebatên parastinê dibe, cihê xwe di nava Tabûra Şehîd Şîlan de digire û beşdarî gelek perwerdeyên bîrdozî û dîroka jinan dibe.

Hevrêya têkoşer Mizgîn a bi navê Nejbîr Xemgîn jî behsa kesayeta wê kir û wiha got: "Şehîd Mizgîn gelekî ji min ve nêzîk bû. Ez beriya wê beşdarî nava YPJ'ê bûm, lê ez gelek mijaran ji wê fêr bûm. Ez ji wê fêrî hezkirina jiyanê bûm."

Şerê dawîn

Dayik Hemdiyê Hisên bi bîr anî ku têkoşer Mizgîn gelekî xwe bi rêxistin kiribû û tu carî dest ji çeka xwe berneda û wiha bi bîr anî: "Dema ku serdana malê dikir, çeka xwe jî dianî. Min jê re digot keça min areyekê bibe û çeka xwe deyne. Wê jî digot dibe ku rewşeke awarte derkeve û divê ez ji her rewşê re amade bim."

Piştî ku li devera Serêkaniyê şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê giran bû, têkoşer Mizgîn di wê demê de cihê xwe li eniya Til Boga digirt. Di 3'yê Nîsanê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteya wan kir û gelek şervan ketin dorpêça çeteyan. Li vir şervanan berxwedaneke bêhempa li dijî çeteyan da meşandin. Têkoşer Mizgîn li rex 2 şervanên din (Bermal û Şevger) piştî berxwedaneke dîrokî di 3'yê Nîsana 2014'an de derketin asta şehadetê.

Di 4'ê Nîsana 2014'an de ku rastî rojbûyîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat, cenazeyê têkoşer Mizgîn bi merasîmeke biheybet hate oxirkirin.

ANHA