'Em di bin konekî de ne, lê dîsa jî ez kêfxweş im'

Çeteyên DAIŞ'ê di dema dagirkirna Reqayê de bi zanabûn gelên ku ji berê ve bi hev re li Reqayê jiyane, kirin hedef. Çeteyan bi zanabûn malbatên Kurd, Ermen û Çerkes ji Reqayê bi darê zorê derxistin.

'Em di bin konekî de ne, lê dîsa jî ez kêfxweş im'
'Em di bin konekî de ne, lê dîsa jî ez kêfxweş im'
'Em di bin konekî de ne, lê dîsa jî ez kêfxweş im'
'Em di bin konekî de ne, lê dîsa jî ez kêfxweş im'
18 cotmeh, 2018   07:01

RUBA EL-ELÎ / REQA

Di dema serweriya DAIŞ'ê de li Sûriyeyê, çeteyan qanûn li şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve ferz dikirin. Lê para herî mezin ji van qanûnan û binpêkirinan, a gelê Kurd bû.

Malbatên her du şêniyên Kobanê bi navê Mehmûd Muslêm û Xelîl Muslêm ji zêdetirî 20 salan ve li bakurê rojavayê gundewarên Reqayê li rex gelê Ereb bi cih bûbûn. Lê çeteyan bi zanabûn fitne û fesadî di navbera hemû pêkhateyên Reqayê de belav dikirin. 

Piştî rizgarkirina bajêr di 20'ê Cotmehê de ji çeteyên DAIŞ'ê ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, aramî û ewlehî li bajêr serwer bû û bi hezaran şênî vegerîn malên xwe.

Ji malbatên ku çeteyan bi darê zorê ji Reqayê dane koçberkirin, malbatên Mehmûd Muslêm û Xelîl Muslêm in. Têkildarî mijarê Mehmûd Nuslêm ê 45 salî destnîşan kir ku ew zêdetirî 20 salan li gundê El-Tiwêla bi cih bûye. Mehmûd rêwîtiya koçberbûnê wiha vegot: "Piştî ku DAIŞ'ê Reqa dagir kir, çeteyan biryar da ku Kurdan ji Reqayê derxin û pêwîst e di 24 saetan de ji herêmê derkevin. Di heman demê de ji me xwestin ku em biçin bajarê Tedmûrê yê dorpêçkirî."

Mehmûd wiha domand: "Ji tirsa wan, di şevê de em reviyan Kobanê. Hindek hevalên me ji gelê Ereb alîkariya me kirin. Her wiha milk û malên me parastin da ku çeteyên DAIŞ'ê talan nekin. Piştî rizgarkirina bajêr, em vegeriyan. Cîranên me hemû milk û alavên malên me ji me re vegerandin."

Ji aliyê xwe ve Xelîl Mihemed Muslêm ê 38 salî û bavê 6 keçan û 2 kuran e diyar kir ku ew li Reqayê ji zêdetirî 20 salan ve bi cih bûye û wiha domand: "Çeteyên DAIŞ'ê bi girtina mêr û rejmkirina jinan sînordar nema lê belê milkên me desteser kirin û bi darê zorê em neçarî koçberkirinê kirin. Piştî rizgarkirinê ez vegeriyan mala xwe, lê ew hilweşiya bû."

Xelîl bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Piştî rizgarkirinê ez û malbatê xwe di bin konekî de ne. Lê dîsa jî ez bi vegera xwe kêfxweş im."

(şx)

ANHA