Bi fikrên Ocalan bawer in û soza berdewamkirina têkoşînê didin

Jinên kntona Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, tecrîda giran ku dewleta Tirk li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, şermezar kir û tekez kir ku dê li gorî baweriya Ocalan bin.

Bi fikrên Ocalan bawer in û soza berdewamkirina têkoşînê didin
18 cotmeh, 2018   06:51

FÎDAN EBDULLAH / ŞEHBA

Gelê Rojhilata Navîn fikr û felsefeya Ocalan hembêz kiriye û pê bawer in. Lê ev li heza pergalên desthilatdar nehat, ji ber wê gelek dewletan bi serkêşiya Tirkiyeyê bi komployekê ew girt. Dewleta Tirk bi vê yekê sînordar nema, tecrîdeke giran li Ocalan ferz kir û hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran re red dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan tê koşiya û hîna jî tê dikoşe. Têkildarî vê mijarê hejmarek jinên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne di hevpeyvînek li gel ajansa me de tekez kir ku ew heta azadiya Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin.

Dayika Fatme Beko (70) ya ji şêniyên gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê li kantona Efrînê destnîşan kir ku wê di salên 80'yî de fikr û felsefeya Ocalan nas kiriye û wiha got: "Ji ber ku fikrên Ocalan azadî û xilasiya ji pergalên kapîtalîzmê armanc dike, gelê Rojhilata Navîn fikrên wî pejirandin."

Têkildarî Komploya Navdewletî li dijî Ocalan dayika Fatme wiha axivî: "Komplo ji roja destpêkê ve têk çûye, ji ber ku gel fikrên Ocalan ji xwe re kirine bingeh û li ser dimeşin."

Ji aliyê xwe ve dayika Emîne Reşîd, dayika şervanekî tevgera azadiyê ye û ji gundê Dêrsewan ê navçeya Şêrawa li kantona Efrînê ye. Dayika Emîne ji zêdetirî 30 saliyê ve fikr û felsefeya Ocalan nas kiriye û pê hatiye girêdan. Ji ber ku Ocalan jin bi hemû mafên wan û girîngiya beşdarbûna wan di hemû qadên jiyanê û warên civakê de da nasîn û bi saya wî jinan karî xwe ji zîhniyeta mêrdestiyê û hêzên kapîtalîzmê biparêze.

Dayika Emîne wiha domand: "Siyaseta dewleta Tirk der heqê Ocalan de ne ji valahiyê hatiye, ji ber ku dagirkera Tirk xwest rê li ber belavbûna fikrên Ocalan bigire. Lê nedizanî ku gel dê têkoşînê bidomîne û azadiya Ocalan bixwazin.”

(şx)

ANHA