'Ji bo parastina sivîlan em amade ne canê xwe feda bikin'

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk tekez kir ku wan dewreya perwerdeya endezyariya mayinan li Akademiya Şehîd Feyad El-Şelebî bi dawî kiriye. Her wiha destnîşan kir ku ew bi armanca parastina jiyana sivîlan ji xetereya bermahiyên mayinên DAIŞ'ê tev li dewreyê bûne.  

'Ji bo parastina sivîlan em amade ne canê xwe feda bikin'
18 cotmeh, 2018   07:10

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şerên giran li dijî DAIŞ'ê di berîka herî dawîn li bajarokê Hecîn de pêk tînin. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo rê li ber pêşdeçûnên şervanên QSD'ê bigirin, mayinan diçînin.

Ji ber wê Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêwîstî bi xurtkirina refên tîmên endezyariya mayinan dît. Ji lew re dewreyên perwerdekirina endezyariya mayinan vekirin.

Dewreya herî dawîn beriya çend rojan li Akademiya Şehîda Feyad El-Şelebî ya navçeya Eyn Îsa bi dawî bû. Têkildarî mijarê ciwanê bi navê Ebdulsetar Mihemed ê ji gundewarên Dêrazorê ye û tev li dewreyê bûye, wiha got: "Bi armanca parastina sivîlan ji mayinên DAIŞ'ê ez tev li dewreyê bûm. Ji bo parastina sivîlan em amade ne canê xwe feda bikin."

Ebdulsetar destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê li gundewarên Dêrazorê gelek mayin li gund û bajarokan çandin û ew jî derketina sivîlan ji wan herêman asteng dike.

Ebdulsetar wiha domand: "Piştî qewirandina DAIŞ'ê ji gundan, çete mayinan li malê sivîlan, li ser rêyan û cihên giştî diçînin û ji erka me ye ku em mayinan bê bandor bikin û sivîlan biparêzin."

Têkildarî heman mijarê ciwanê bi navê Basêl El-Elî ku ew jî ji dewreyê der çûye û wiha axivî: "Bi bidawîbûna dewreyê re em awayên bêbandorkirina mayinên DAIŞ'ê fêr bûn." Basêl wiha domand: "Em amade ne herêmên xwe ji mayinên DAIŞ'ê ku bûn sedema mirina sivîlan, paqij bikin."

Her du ciwanan bang li kesên ku li derveyî Sûriyeyê ne kir da ku vegerin û berpirsyariyên xwe di parastina welat û sivîlan de bi cih bînin. Her wiha her duyan bang li ciwanên ku li Sûriyeyê ne kir ku tev li nav refên QSD'ê bibin da ku sivîlan û xaka welat biparêzin.

(şx)

ANHA