Bendava El-Sefan çavkaniya ava vexwarinê ya kantona Qamişloyê ye

Stasyona bendava El-Sefyan, ava vexwarinê ji bajarên kantona Qamişloyê re peyda dike. Ji girîngtirîn bendavên Dêrikê ye û hêza wê ya embarkirinê li derdora 49 milyon m3.

Bendava El-Sefan çavkaniya ava vexwarinê ya kantona Qamişloyê ye
Bendava El-Sefan çavkaniya ava vexwarinê ya kantona Qamişloyê ye
Bendava El-Sefan çavkaniya ava vexwarinê ya kantona Qamişloyê ye
Bendava El-Sefan çavkaniya ava vexwarinê ya kantona Qamişloyê ye
Bendava El-Sefan çavkaniya ava vexwarinê ya kantona Qamişloyê ye
Bendava El-Sefan çavkaniya ava vexwarinê ya kantona Qamişloyê ye
17 cotmeh, 2018   09:02

ÎSAM EBDULLAH / QAMIŞLO

Stasyona bendava El-Sefan bi 10 km dikeve başûrê rojavayê bajarê Dêrikê. Stasyon avê parzûn dike û diavêje bajarên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê.

Beriya destpêkirina aloziya Sûriyê, ji ber ku avên bîran pêwîstiyan şêniyan pêk dianîn, ev stasyon wek stasyoneke yedek bû. Lê piştî şoreşê û qutbûna kehrebeyê, hemû hilmijên avê rawestiyan. Ji ber wê stasyona bendava El-Sefan bû çavkaniya sereke ya ava vexwarinê ji gelek bajar û bajarokên kantona Qamişlo wekî Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û hejmareke gundên girêdayî wan bajaran.

Têkildarî mijarê nûçegihanên ajansa me  ji bo ji nêz ve stasyona bendava El-Sefan û mekanîzmeya parzûnkirin û pakkirinê bişopînin, serdana stasyonê kir.

Di stasyonê de 2 qonax dimeşin. A yekê hilmijkirina avê ji gola bendavê heta embarên stasyonê û ya duyemîn qonaxa parzûnkirin û pakkirina avê ye.

Li gorî rêveberê Daîreya Avê ya Dêrikê Mihemed Emîn Hacî:”Pêwîstiya alavên stasyonê bi sererastkirina asayî heye."  

Li gorî endamên rêveber her 4 hilmijên stasyonê 24 saetan dixebitin û rojane di her saetekê de 800 m3 avê diavêjin.

Av pak e û guhertina çêja avê demkî ye û zirarê nade

Têkildarî giliyên şêniyên Taxa Şehîd Xebat a bajarê Dêrikê li ser guhertina çêj û rengê avê, Hacî teqez kir ku av pak e û tê vexwarin û guhertina çêj û rengê wê demkî ye û girêdayî kêmbûna asta avê li bendavê ye. Her wiha Hacî destnîşan kir ku ev pirsgirêk Îlonê û Cotmehê derket holê, lê piştî barîna baranê dê çareser bibe.

(şx)

ANHA