‘Çareseriya siyasî, misogeriya Sûriyeya pêşerojê ye‘

Rêveberê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê Buroya Helebê Lewend Mîrko diyar kir ku hilbijartina rêya leşkerî dê encamên xirab bi xwe re bîne, çareseriya siyasî misogeriya pêşeroja Sûriyê ye.

‘Çareseriya siyasî, misogeriya Sûriyeya pêşerojê ye‘
‘Çareseriya siyasî, misogeriya Sûriyeya pêşerojê ye‘
17 cotmeh, 2018   08:49

ARŞÎN NECAR - BASIL REŞÎD / HELEB

Rêveberê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê yê Buroya Helebê Lewend Mîrko der barê rewşa Sûriyê de, di nav de tîfaqên dewleta Tirk û Rûsya yên li ser Idlibê ji ajansa me re axivî.

Mîrko anî ziman ku aloziya Sûriyê gihaştiye qonaxeke zelel, heger bi awayekî ne siyasî û dîplomasî neyê çareserkirin wê  rewşa Sûriyê ji berê girantir bibe.

Mîrko destnîşan kir ku bicihkirina hêzeke leşkerî mezin rojavay-bakurê Sûriyê û komkirina hemû komên çete ji gelek deveran li Idlibê aloziyê kûrtir dike.

Rewşa heyî îdiayên derew ên Tirkiyeyê aşkera dike

Mîrko di berdewamiya axaftina xwe de got:"Em dibînin ku ev tifaq rastî gelek zextan tê, sedama vê yekê nakokiyên di fikr û siyasetên komên çete yên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk û aliyên ku destekê didin wan ên li Idlibê ye. Ji ber ku koman ev tifaq qebûl nekir, rexmî ku dewleta Tirk pêkanîna tifaqê bi temamî ragihand."

Mîrko destnîşan kir ku encamên nakokiyên komên çete yên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk li ser erdê diyar dibin, nexasim bûreyên kuştinê ku rojane rû didin û şerê di navbera komên çete û rêjîma Sûriyê de, ev hemû nakokiyên tifaqê diyar dikin.

Lewend Mîrko di nava axaftina xwe de îdiayên dewleta Tirk ku dibêje wê bendên tîfaqa vekişandina çekên giran ji Idlibê pêk aniye, derewandeû ev tişt anî ziman:"Agahî hene teqez dikin ku derdora ji sedî 70 komên çeteyên girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk tevî çekên xwe yên giran li nuqteyên xwe yên li Idlibê ne."

Rêveberê Buroya Helebê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Lewend Mîrko got:"Destwerdana leşkerî dê encamên xirab, wêrankirin, koçberkirin û kuştina sivîlan bi xwe re bîne."

Lewend Mîrko di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê teqezî li ser girîngiya danûstandinê Sûrî – Sûrî, ku ji destwerdanên derve dûr dike û wiha got:"Em tekez dikin ku çareseriya siyasî misogeriya pêşeroja Sûriyê ye, divê destûra Sûriyê ji çareseriyê re bibe grantor, nabe hêzên derve xwe li ser me ferz bike."

Li gorî tifaqa dewleta Tirk û Rûsya ya der barê Idlibê de ku merheleya wê ya yekem di 15‘ê mehê de bi dawî bû, herêmeke bêçek dirêjahiya 20 km li herêmên di bin serweriya komên çete de yên desteka xwe ji dewleta Tirk digirin were avakirin.

ANHA