Amadekariyên şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê didomin

Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê amadekariyên pêşwazîkirina salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê dike.

Amadekariyên şahiya salvegera rizgarkirina Reqayê didomin
17 cotmeh, 2018   09:05

REQA

Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê amadekariyên şahiya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê dike. Komên girêdayî Komîteya Çand û Hunerê xebatên amadekariyên şahiya yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê zêde kirine. Rewşenbîrên Reqayê û Koma Çand û Hunerê ya Tebqayê jî dê tev li şahiyê bibin.

Di vê çarçoveyê de serokê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Abdulxefûr El-Xelef got ew zarok û komên çand û hunerê perwerde dikin da ku tev li şahiyê bibin.

Abdulxefûr destnîşan kir ku gelê Reqayê dê li ‘paytexta terorê’ Reqayê şahiya rizgarkirinê li dar bixin da ku tekez bikin ku bajarê wan axa azadî û kêfxweşiyê ye.

Her wiha serokê Buroya Stranbêjan a Tebqayê Şadî Zibêdî destnîşan kir ku ev 10 roj e zarokan ji bo şahiya rizgarkirina bajarê Reqayê û koma Tebqayê jî perwerde dikin.

17`ê Cotmeha 2017`an bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û 20`ê Cotmeha 2017`an bi awayekî fermî ji aliyê QSD`ve ji raya giştî re hate ragihandin.

(bx)

ANHA