YPG: Du şervanên me şehîd bûn

Navenda Ragihandin û  Çapemeniyê ya  YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku du şervanên wan şehîd bûn.

YPG: Du şervanên me şehîd bûn
YPG: Du şervanên me şehîd bûn
YPG: Du şervanên me şehîd bûn
14 cotmeh, 2018   10:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya  YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku du şervanên wan şehîd bûn.

Daxuyaniya Navendê wiha ye:

"Di dîroka 12’ê Cotmehê de du hevalên me ku li pêngava Bagera Cizîrê û li bajarê Amudê yê girêdayî herêma  Cizîrê erkdar bûn, şehîd ketin.  Di derbarê şehadetê hevalan de agahiyên berfireh wiha ne;

1. Di dîroka 12’ê Cotmehê de di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê “Şerê Tinekirina Terorê” bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) a ku hêzên me jî bi çalak tevlî dibe li gundewarên Dêrezorê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê destkeftiyên girîng tên bidestxistin û cîhên ku hatine rizgarkirin de pêşveçûnên hêzên me didome. Di roja 2’ê Cotmehê li gundê Baxoz ya girêdayî Dêrazorê di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar qewimîne. Di van pevçûnan de rêhevala me Berfîn Amed bi qehremanî şer kiriye û giran birîndar bûye. Tevî hemû destwerdanan jî rêhevala me Berfîn Amed a giran brîndar bû di roja 12’ê Cotmehê de gihîşt şehadetê.

Nasnameya hevala me ya şehîd wiha ye;

Nasnav: Berfin Amed

Nav û Paşnav: Yasmîn Arif

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrin

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Cizîrê / 12’ê Cotmehê 2018

2. Şervanê me Şervan Cudî ku li bajarê Amûdê erk û peywirê xwe pêk dianî di encama qezayekî de şehîd ketiye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Şervan Cudî

Nav û Paşnav: Ebdilrezaq Îsa

Navê Dayikê: Xensa

Navê Bav: Mehmud

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Amudê / 12’ê Cotmehê 2018

Di kesayeta hevrê yên me şehîd Berfîn û şehîd Şervan de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Di serî de malbatên şehîdên me û tevahî gelê me re em sersaxiyê dixwazin. Di çarçoveya têkoşîna azadiyê ku em dimeşînin de soza bidawîkirina terorîzmê careke din nû dikin.”