Di her wêneyekî de çîrokeke berxwedan û têkoşînê

"Di her wêneyekî de çîrokeke Berxwedana Serdemê heye, têkoşîna gelê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker diyar dike." Gelê navçeya Dirbêsiyê bi van gotinan pêşangeha Şopdarên Rojê pênasa kir.

Di her wêneyekî de çîrokeke berxwedan û têkoşînê
Di her wêneyekî de çîrokeke berxwedan û têkoşînê
Di her wêneyekî de çîrokeke berxwedan û têkoşînê
Di her wêneyekî de çîrokeke berxwedan û têkoşînê
Di her wêneyekî de çîrokeke berxwedan û têkoşînê
Di her wêneyekî de çîrokeke berxwedan û têkoşînê
14 cotmeh, 2018   11:17

HESEKÊ

Îro Navenda Şopdarên Rojê ya girêdayî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ`ê li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê îro ji saetên sibê ve deriyê xwe vekir. Pêşangeh li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hate lidarxistin. Deriyê pêşangehê saet di 09:00`an de hate vekirin.

Pêşangeh ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin. Paşê yek ji berpirsên Navenda Şopdarên Rojê Jiyan Xelîl diyar kir ku ew hewl didin di wêneyên xwe de rastiya şervanan di çeperên şer de diyar bikin.

Ji aliyê xwe ve şêniyên beşdarî pêşangehê bûbûn, destnîşan kir ku di wêneyan de rastî û têkoşîna şervanên YPG`ê di çeperên şer de diyar dibe. Şêniyê bi navê Bîlal Hesen got di her wêneyekê de çîrokeke berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê di Berxwedana Serdemê de heye.

Her wiha di pêşangehê de pirtûk û romanên li ser berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê hatin pêşandan. Kurtefîlmek bi "Fî xeliyet El-Îsar" ji aliyê endamê Navenda Şoparên Rojê Reşo Kasan ve hate pêşkêşkirin.

Deriyê pêşangehê heta saet 07:00`an dê vekirî bimîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Navenda Şopdarên Rojê dê pêşangeha xwev 17`ê Cotmehê li bajarê Serêkaniyê li dar bixe.

(bx)

ANHA