Tevî vekişandina çekên giran ji devera bê-çek hawan tên avêtin

Binpêkirina agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê li devera bê-çek bi topên hawanê hêjî berdewam e, tevî ku çekên giran ji deverê hatine vekişandin û dawiya muhleta derketina komên çete ji deverê 24 saet mane.

Tevî vekişandina çekên giran ji devera bê-çek hawan tên avêtin
14 cotmeh, 2018   10:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di 24 saetên dawî ya muhleta derketina komên çete ji devera bê-çek, hêzên rêjîmê û komên çekdar careke din agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê li devera bê-çek binpê kirin.

Tevî ku çekên giran ên komên çekdar jê hatine vekişandin, Rûsya hêzên rêjîmê û çekên wê yên giran li xwe girtin, lê dîsa jî di van 24 saetên dawî de gelek topên hawanê bi ser deverê de hatin.

Hêzên rêjîmê gelek top avêtin gundê El-Banê yê gundewarê bakurê Hemayê û bi doçkeyan êrîşî gundê El-Cîsat kir.

Navenda Çavdêriyê ragihand ku şevê din di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên opozîsyonê de bi doçkeyan li deşta El-Xab  û li nêzî bajaroka Corîn şer derket. Hêzên rêjîmê her wiha bi hawanan îro derdora bajaroka El-Letamnê û gundê Miherkebê topbaran kir. Di encamê de ziyanên madî derketin û 11 top li taxên Heleba Nû, Kolana El-Nîl, Cemhiyêt El-Zehra û Şehba yên bajarê Helebê ketin. Di encamê de ziyanên madî derketin û derbarê ziyanên canî de agahî nehatin bi destxistin.