Tayîp Temel: Ji bo serkeftina mezin divê em seferber bibin

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel diyar kir ku hikumeta AKP’ê di polîtîkaya xwe ya hundirîn û derve de taktîkên êrîşkar dide xebitandin û destnîşan kir ku ev polîtîka li her derê dibe sedema qeyranê û tekez kir ku divê hemû kesên li dijî vê polîtîkayê, divê têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Tayîp Temel: Ji bo serkeftina mezin divê em seferber bibin
14 cotmeh, 2018   10:05

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê û herêmê, êrîşên li ser HDP’ê, hilbijartinên herêmî û gelek mijarên di rojevê de ji ANHA’yê re nirxandin. Temel diyar kir ku piştî ku li Sûriyeyê hêzên siyasî bikevin dewreyê dê Tirkiye bi çeteyên ku alîkariyê didê re mecbûr bimîne ji Sûriyeyê derkeve.

Temel diyar kir ku Erdogan ji bo ku pergala siyasî û civakî li gorî dilê xwe dîzayn bike hem di siyaseta derve hem jî ya hundirîn de her tim dijminan çêdike û wiha got: “Ji dema Îttîhad û Terakkiyê ve du xetên sunnî û tirkperest di serdema Erdogan de di çarçoveyeke gotinî ya îdeolojîk de ketine nav hev. Di vê çarçoveyê de nasnameya kurdî û baweriya elewîtiyê ku du mijarên girîng ên azadî û demokrasiyê ne li Tirkiyeyê, bi awayên cuda dikin hedef.”

Temel destnîşan kir ku hemû saziyên ku hewl didin nasnameya kurdî bi awayekî azad îfade bikin, tên krîmînalîzekirin û wiha got: “Bi zindanan wan saziyan tehdît dikin û hewl didin bi awayekî fiîlî îmha bikin. Baweriya elewîtiyê dixwazin ji qada polîtîk dûr bixin û pasîf û parçe bikin. Tevgera kedkaran a li Tirkiye û Kurdistanê jî di bin zext û zordariyê de digirin û qada muxalefetê ya rasteqîn berteng dikin. Di rewşeke wiha de rejîma Erdogan a yekperest û otorîter ji xwe re qadeke fireh peyda dike û pê re jî bi polîtîkayeke êrîşkar û mudaxelekar li herêmê bêîstîqrariyê zêdetir dike. Rejîma Erdogan bi vê ferasetê berê xwe dide qeyrana Sûriyeyê jî.”

Temel îşaret pê kir ku dewleta Tirk ji bo ku Kurdan li Sûriyeyê jî biçespîne, bi komên wekî DAIŞ û El-Kaîdeyê re hevkariyê dike û wiha pê de çû: “Tê zanîn ku li gorî hiqûqa nevneteweyî Tirkiye dagirker e û li ser xeta Efrîn û Cerablusê gelek binpêkirinên mafan pêk tên. Lewma jî her çend Tirkiye bixwaze li wan deveran rêveberiyên girêdayî xwe ava bike jî, konjonktura navneteweyî dê nehêle senaryoyeke wiha li wan deveran bikeve meriyetê.”

‘Hêza sereke ya opozîsyonê Kurd in’

Tayîp Temel destnîşan kir ku dema li Sûriyeyê ji bo  çareseriya siyasî maseyek hate danîn, çeteyên li Idlib û Efrînê dê zêde jî li ber çavan nagirin û ev tespît kir: “Kurdên Sûriyeyê û hêzên bi wan re îtifaq kirine yên herêmî, dibe ku li Sûriyeyê di pêvajoya muzakereyan de bibin hêza sereke ya opozîsyonê.”

Temel diyar kir ku li Idlibê gelek komên çete hene ku ji rêveberiya Erdogan destekê dibînin û ji ber wan koman Idlib tevlihev bûye û wiha pê de çû: “Hikumeta Erdogan li ser navê hemû komên li Idlibê bi Pûtîn re muzakere kirin û xwe xist bin barekî giran. Hê jî hewl didin wan koman bikişînin ser xeta Efrîn-Cerablusê lê belê tê dîtin ku hin kom dê li gorî vê hevpeymanê tev negerin. Bi îhtîmaleke mezin dê hikumeta Enqereyê komên girêdayî xwe û yên guhdariya wê nakin bide şerkirin û bi zorê herêmê bê leşker bike yan jî ji ber ku hevpeyman pêk nehatiye dê rejîma Esad dest bi operasyonan bike. Her du senaryo jî  ji bo rejîma Erdogan rîskên mezin in. Her wiha dê vekîşîna Tirkiyeyê ji Efrîn-Cerablusê jî dijwartir bibe. Bi kurtasî Tirkiye dê berdêla siyaseta xwe ya nakok a derve, wek krîza aborî bi gelên Tirkiyeyê bide dayîn.”

Têkildarî qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê jî Temel ev tişt anîn ziman: “Aboriya Tirkiyeyê, piştî ku Pêvajoya Çareseriyê hate xirakirin, bi  qeyraneke aborî re rû bi rû ma. Hikmeta AKP’ê ji hiqûqê dûr ket û li herêmê bi rewşa awarte (OHAL) re ew bêhiqûqî bû tiştekî ji rêzê. Piştî ku AKP’ê hilbijartinên 7’ê Hezîranê qeyb kirin, bi zext û zordariyan xwest serwer bibe û straejiya şer kûrtir kir. Di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bi MHP’ê re îtifaq çêkir û welat ber bi kaosê ve bir. Êdî AKP’ê destkeftiyên Rojava ji xwe re kirin hedef. Qeyûm tayînî ser şaredariyan kirin û êrîşên li dijî parlamenteran dest pê kir. Ji ber wê yekê jî baweriya bi hiqûqê qelstir bû.”

‘Tirkiye ber bi têkçûneke topyekûn ve diçe’

Temel diyar kir ku armanc û tehmînên ji bo aboriyê tên kirin, hêj mehek derbas nabe têk diçin û wiha lê zêde kir: “Ji hêlekê be li Idlibê bi Rûsyayê re hereket dike, ji hêla din ve ji bo deynan li ber Almanya û Amerîkayê digere lê xuya ye destvala vegeriyaye. Sermayeya navneteweyî her çend Tirkiyeyê wek hêza kar a erzan bibîne jî, wisa xuya dike ku destûr nedaye guherîna nîjadperest û paşverû. Mirov dikare bibêje ku sermayeya navneteweyî li benda halê Tirkiyeyê yê tevlihevtir û berbendtir e. Sedema vê têkçûna topyekûn ew e ku di mijara pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn de şer gur dikin.”

Tayîp temel êrîşên rejîma AKP’ê yên li dijî HDP’ê wiha nirxandin: “Piştî ku Pêvajoya Çareseriyê ji hêla AKP û Erdogan ve bi awayekî yekalî hatin bidawîkirin, li hemberî partiya me êrîşan dest pê kir. Gelek endamên me ji parlamenteran heta rêveberan, hatin girtin. Ev yek ji aliyekî din ve girêdayî tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Abdullah Ocalan e.”

Temel diyar kir ku dema ku Tirkiyeyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têkilî qut krin, pêvajoyeke nû ya şer da destpêkirin û diyar kir ku piştî wê li bajarên Kurdan ên wekî Cizîr, Sûr, Nisêbînê êrîş û hilweşandinê dest pê kir.

‘Serkeftina Rojava hevkêşeya Tirkiyeyê guherand’

Temel gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Berxwedana gelê Kurd a li Rojava û israra wî ya xwe bi xwe tayînkirina çarenûsa xwe, hevkêşeya li Tirkiyeyê jî guherand. Hewldanên Kurdan ên înşakirina pêşeroja xwe, ne bi tenê Erdogan û AKP, her wiha “dewleta kûr” ku niha jê re dibêjin “aqilê dewletê” jî xist nav tevgerê û hem li derve hem jî li hundir dest bi êrîşên berfireh kir. Helbet ev hamle ji bo sazkirina dîktatoriya yekzilamiyê û faşîzmê jî tên kirin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê wiha dawî li gotinên xwe anî: “Her çend ev zext û zordarî li ser me hebin jî armanca me ew e ku em bi gelê xwe re şaredariyên ku ji destê me hatine xespkirin paşve hildin û hin şaredariyên din jî li wan zêde bikin. Ji bo vê yekê me ji niha ve dest bi birêxistinkirinê kir. Em hewl didin seferberiyeke birêxistinkirinê bidin destpêkirin. Erdogan dibêje “Heke werin hilbijartin em ê dîsa qeyûman lê tayîn bikin.” Lê heke em bi bi awayekî xurt bi ser bikevin, dê hêza wî têra vê yekê neke. Her kes divê ji bo serkeftina mezin seferber bibe.”

ANHA