‘Armanca komployê têkbirina demokrasiyê ê li herêma Rojhilata Navîn e’

Welatiyê bi navê Ebdulhelîm Osê yê gundê Atbe yê navçeya Tirbespiyê ku Ocalan dîtiye, da zanîn ku armanca komployê têkbirina demokrasiyê li herêma Rojhilata Navîn e.

‘Armanca komployê têkbirina demokrasiyê ê li herêma Rojhilata Navîn e’
10 cotmeh, 2018   07:30

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Ebdulhelîm Osê ji şêniyên gundê Atbe yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ye. Ebdulhelîm di sala 1998`an de tevî hejmarek ji şêniyên herêmê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah re rûniştiye.

Ebdulhelîm got ew hêvî dike ku carek din bi Ocalan re rûne ji ber ku ew gelek pê bandor bûye.

Ebdulhelîm destnîşan kir ku wî gelek sûd ji nirxandinên Ocalan girtiye. Têkildarî mijara komploya ku di heman salê ku Ebdulhelîm bi Ocalan re rûniştiye pêk hatiye de, Ebdulhelîm diyar kir ku komplo ne kesayeta Ocalan hedef digirt, lê belê komplo hewldanek ji bo têkbirina demokrasiya li Rojhilata Navîn bû û wiha pê de çû:”Ji ber ku fikr û felsefeya Ocalan bi awayekî berfireh di nav ciwanên azad de belav bibû û dewletên kapîtalîzmê jî ji vê yekê aciz bûn.”

Ebdulhelîm wiha domand:"Ocalan got gel bi yekitiya xwe dê azad bibe."

Ebdulhelîm wiha li gotinên xwe zêde kir: "Di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ez pê hesiyam ku Ocalan di her gavekî de bi me re ye, ji ber ku Ocalan têgihiştibû dê pergalên zordariyê hilweşin."

Ocalan behsa komployê kir

Di berdewama axaftina xwe de Ebdulhelîm da zanîn ku Ocalan dema rewşa herêmê ya siyasî şîrove dikir, bi hemû komployên ku li derdora wî dihatin plankirin hesiyabû û wiha got: "Ocalan hertim destnîşan dikir ku dijminên fikra azad pir in û dixwazin wî di goşeyekê de dorpêç bikin. Ji aliyekî din ve Ocalan destnîşan dikir ku dijmin nikarin di şerên xwe li hember gelên azadîxwaz de berdewam bikin."

Di berdewama gotinên xwe de Ebdulhelîm destnîşan kir ku piştî derketina Ocalan ji Sûriyê û pêkanîna komploya navdewletî, ew têgihîşt ku hemû axaftinên Ocalan nîşaneya pêwîstiya berdewamkirina rêya şoreşê bû.

Komplo têk çû

Piştî derbasbûna gelek salan li ser komploya li dijî Ocalan, Ebdulhelîm Osê diyar kir ku komplo têk çûye û wiha got: "Îro em dibînin ku fikr û felsefeya Ocalan di nav gelên Rojhilata Navîn û tevgerên azadîxwaz ên cîhanê de belav bûne. Tirkiye baş dizane ku gelê Kurd ji bo Ocalan û xwedîderketina li xwîna şehîdan ta bi destxistina azadî û mafên xwe yên rewa dê têkoşîna  xwe berdewam bike.”

(şx)

ANHA