Bi insiyatîfa xwe dibistana gundê xwe sererast kirin

Şêniyên gundê El-Sewa yê girêdayî gundewarên rojavayê Dêrazorê bi insiyatîfa xwe ji bo ku zarok di sala perwerdê ya nû de bixwînin, dibistana gund sererast kirin. lê dîsa jî hewcedariya dibistanê bi daniştokan heye.

Bi insiyatîfa xwe dibistana gundê xwe sererast kirin
Bi insiyatîfa xwe dibistana gundê xwe sererast kirin
Bi insiyatîfa xwe dibistana gundê xwe sererast kirin
Bi insiyatîfa xwe dibistana gundê xwe sererast kirin
Bi insiyatîfa xwe dibistana gundê xwe sererast kirin
Bi insiyatîfa xwe dibistana gundê xwe sererast kirin
Bi insiyatîfa xwe dibistana gundê xwe sererast kirin
Bi insiyatîfa xwe dibistana gundê xwe sererast kirin
10 cotmeh, 2018   07:35

DÊRAZOR

Şêniyên gundê El-Sewa yê girêdayî gundewarên rojavayê Dêrazorê bi insiyatîfa xwe û di nav hev de pereyên pêwîst ji bo sererastkirina  dibistana gund kom kirin. Sêniyan dibistan sererastkirin û boyax kirin. Piştî bidawîbûna xebatê, zarokan berê xwe dan dibistanê.

Lê dibistan bi hewcedariya daniştokan e. Ji ber wê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dê daniştokan ji dibistanê re peyda bike.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Zekeriya El-Esaf ê ji şêniyên gundê El-Sewayê ye û xebatên sererastkirina  dibistanê dişopîne got: "Me xebat li dibistana El-Sewa rojava bi dawî kir û zarok çûn dibistanê. Ev dibistana duyem e ku em amade dikin. lê xebata me li ber kena zarokan piştî êşên ku kişandine biçûk dimîne."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ'ê hejmarek dibistanên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê talan û wêran kiribûn.

(şx)

ANHA