Navenda pembo ya El-Çelebiyê hilberîna pembo pêşwazî dike lê miqdar kêm e

Navenda Pembo ya El-Çelebiyê ji destpêka vekirinê de derdora hezar ton ji berhema pembo pêwaz kiriye. Li gorî rêveberî ev rêje li gorî qadên ku hatine çandin kêm e. Her wiha bihaya kirînê li gorî 10 pileyan hatin diyarkirin.

Navenda pembo ya El-Çelebiyê hilberîna pembo pêşwazî dike lê miqdar kêm e
Navenda pembo ya El-Çelebiyê hilberîna pembo pêşwazî dike lê miqdar kêm e
Navenda pembo ya El-Çelebiyê hilberîna pembo pêşwazî dike lê miqdar kêm e
Navenda pembo ya El-Çelebiyê hilberîna pembo pêşwazî dike lê miqdar kêm e
10 cotmeh, 2018   07:07

MIHEMED EL-EHMED-TIRKÎ El-KALIT / GIRÊ SPÎ

Navenda pembo ya El-Çelebiyê navenda tekane li Herêma Firatê ye. Di 25'ê meha Îlona îsal de li herêmek di navbera Kobanê, Eyn Îsa û Girê Spî ji bo pêşwazîkirina berhemên pembo ji cotkaran hate vekirin.

Navend rojane nêzî 80 ton pembo pêşwazî dike. Heta niha navendê di 13 rojan de  derdora hezar ton pembo pêşwazî kiriye û hîna jî pêşwaz dike. Rêveberên navendê dibêjin ku li gorî qadên ku bi pembo hatine çandin ev rêje kêm e.

Buhaya kirîna pembo ji cotkaran li gorî pîvanên cîhanî li navendê ji aliyê komîteyeke pispor ve bi 10 pileyan hatiye diyarkirin. Ev pile li gorî kalîteya pembo û pakbûna wê cuda dibe.

Buhaya herî bilind a kirîna pembo vê salê gihaşt 290 leyreyên sûrî.

Têkildarî mijarê Hevserokê Navenda Pembo yê El-Çelebiyê ezdizyar Ehmed El-Hesen got: "Berhema pembo ji ber belavbûna nexweşiyê gelek zirar dît. Bi rêjeya ji sedî 40 hilberîna pembo telef bû. Ji ber wê miqdara hilberînê kêm tê navendê."

El-Hesen wiha domand: "Sedema duyemîn jî ji ber ku cotkarên Herêma Firatê di berhevkirina hilbêrîna pembo de dereng man.”

 Her wiha El-Hesen destnîşan kir ku Komîteya Aborî ya herêmê ji ber nebaşiya rewşa madî ya cotkaran piştî telefbûna beşek mezin ji hilberînê rêjeya destketiyê ji bo tûrên naylon ku bi pembo hatine dagirtin û di encama rewşa hawayê telef dibin ji 6 kg  daxist 3 kg.

Komîteya Aborî piştî wergirtina berhema pembo bi 15 rojan perên wê dide cotkaran.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Navenda Pembo ya El-Çelebiyê bi 40 km li rojavayê Eyn Îsayê ye û li nêzî navçeya El-Çelebiyê ya girêdayî kantona Kobanê ye.

(şx)

ANHA