Projeya sûka `Pepûle` hêza jinan îsbat dike

Bi armnac peydakirina derfetên kar û xurtkirina aboriya jinan, tevî pêkanîna debara xwe bi xwe, Komîteya Aborî ya Dêrikê sûkek bi navê `Pepûle` vekir. Sûk ji aliyê jinan ve tê birêvebirin.

Projeya sûka `Pepûle` hêza jinan îsbat dike
Projeya sûka `Pepûle` hêza jinan îsbat dike
Projeya sûka `Pepûle` hêza jinan îsbat dike
Projeya sûka `Pepûle` hêza jinan îsbat dike
Projeya sûka `Pepûle` hêza jinan îsbat dike
Projeya sûka `Pepûle` hêza jinan îsbat dike
Projeya sûka `Pepûle` hêza jinan îsbat dike
Projeya sûka `Pepûle` hêza jinan îsbat dike
9 cotmeh, 2018   09:40

AMARA CÛDÎ / QAMIŞLO

Jin li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji destpêka şoreşê ve tev li hemû warên siyasî, leşkerî û aborî bûn û roleke pêşeng di hemû aliyên jiyanê de lîst. Heta ku Şoreşa Rojava wek şoreşa jinan hate naskirin.

Her wiha jinan ji destpêka şoreşê ve roleke girîng di pêşxistina aboriya herêmî di hemû waran de lîst û debara xwe bi xwe pêk anî. Bi vê mebestê gelek navendên aborî taybet ji bo aboriya xwe vekirin.

Ji bo pêkanîna debara xwe bi xwe û rê li ber keysbaziya bazirganan bigire, Komîteya Aborî li bajarê Dêrikê sûka bi navê `Pepûle` vekir. Ev sûk yekemîn sûk e li ser asta Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin.

Sûka Pepûle li nêzî sûka navendî ya Dêrikê ye. Gelek dikanên cilan, caw, sol û madeyên xwarinê û paqijiyê li sûkê hatine vekirin.

Peydakirina derfetên kar û pêşxistina aboriya jinan

Têkildarî mijarê di hevpeyvîneke li gel ajansa me de endama Komîteya Aborî Rewan Hemze axivî û destnîşan kir ku ji destpêka avakirina komîteyên taybet ji bo jinan di nav komînan de wan dest bi xebatê kiriye. Heta ku navendek taybet ji bo aboriya jinan ava kirine û wiha got: "Ji beriya demekê ve me xwest sûkê vekin. Lê gelek astengî rastî me hatin, wekî nepeydabûna derfetên madî û karkeran. Piştî derbaskirina wan astengiyan, bi armanca rê girtina li ber keysbaziya bazirganan, xurtkirina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar, me sûk vekir."

Rewan diyar kir ku şênî ji hizra vekirina sûkê gelekî razî ne û serdana sûkê dikin.

Her wiha Rewan tekez kir ku armanca wan ji projeyê ew e ku binesaziyeke aborî taybet ji bo jinên karker ava bikin, tecrube û kadroyeke bi şarezayên pîşeyî zêde bikin.

Kongreya Star desteka pêwîst pêşkêşî projeyê kir

Di berdewama axaftina xwe de Rewan bal kişand ku cihê ku sûk lê ava kirine girêdayî Şaredariya Gel a bajêr e. Rûbera wê hezar û 500 metreçargoşe ye. Rewan got Kongreya Star weke sîwanek bingehîn ji hemû jinên Rojava re tê hesibandin û wiha domand: "Me lêçûn û desteka pêwîst ji bo temamkirina projeyê û pêşxistina aboriya jinan pêşkêş kir."

Rewan xuya kir ku wan bi jinên ku dikan li sûkê vekirinê ji bo du salan bêyî ku pere ji wan bistînin peyman mohr kiriye. Ew jî ji bo ku jin debara xwe bi xwe peyda bikin.

Girêdayî hejmarên dikanên ku li sûkê hatine vekirin Rewan wiha got: "Li sûka Pepûle 21 dikan hatine vekirin. Di wan dikanan de hemû pêdiviyên wekî cil, sol û hwd tên firotin. Her wiha li sûkê 18 jin dixebitin."

Şoreşa jinan rola jinan di civakê de xurt kir

Xwediya dikanekî di sûka Pepûle de bi navê Lîwan Elî destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinan tên naskirin, rola jinan di civakê de û baweriya wê bi xwe xurt kir. Jin bûn rêveber, serok û fermandar û jin îro aboriya xwe bi hêz dikin.

Lîwan wiha domand: "Îro em tecrubeyeke nû bi rêya rêvebirina vê sûkê ku jin çavdêriya wê dikin, dibînin. Bi saya hêz û vîna xwe ya azad em ê projeyê bi ser bixin."

Projeya Pepûlê wek derfeteke ku jin karîna xwe di rêvebirina projeyeke bazirganî de îsbat dike tê hesbandin. Ruxmî gelek astengiyên ku rastî projeyên jinan tên, lê bi biryardarî di projeyê de berdewam in û karînên xwe di serkeftinê de îsbat dikin.

(şx)

ANHA