Ji bo desteka cotkarên Reqayê plansaziyeke çandiniyê

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo mewsima bê, plansaziyek danî û li gorî wê dê destekê bidin cotkaran. Li ser wê bingehê cotkarên Reqayê dest bi amadekariyên mewsima nû kir.

Ji bo desteka cotkarên Reqayê plansaziyeke çandiniyê
Ji bo desteka cotkarên Reqayê plansaziyeke çandiniyê
Ji bo desteka cotkarên Reqayê plansaziyeke çandiniyê
Ji bo desteka cotkarên Reqayê plansaziyeke çandiniyê
Ji bo desteka cotkarên Reqayê plansaziyeke çandiniyê
9 cotmeh, 2018   09:59

EMÎNA EL-ELÎ / REQA

Herêmên Reqa û gundewarên wê ji ber dewlemendiya zeviyên wê û nêzbûna ji çemê Firatê û hilmijên avê, ji herêmên herî zêde ji çandiniyê re guncaw in. Li wan herêman tevî darên berhemdar wekî fêkî û zeytûn hemû cureyên dexl û sebze tên çandin. Her wiha Reqa wek pakêteke xwarinê ji Sûriyeyê re tê hesibandin.

Lê mewsimên çandiniyê û bi taybet mewsima genim ji ber derengbarîna barana biharê, kufik bû. Di encamê de gelek xisar di hilberînê de çêbû. Her wiha berhema pembo ji ber belavbûna nexweşiyê bi rêjeya ji sedî 80 telef bû.

Bi destpêka meha Cotmehê re cotkar ji bo mewsima nû xwe amade dikin û bi hêvî ne ku mewsima sala nû bi ser bikeve.

Ji aliyê xwe ve Komîteya Çandiniyê ya Reqayê ji bo derbaskirina zirarên mewsima borî, plansaziyek daniye. Plansazî ev e: Ji sedî 70 çandiniya mewsima zivistanê, ji sedî 55 genim, ji sedî 20 ceh, ji sedî 5 baqulî û ji bo mewsima havînê ji sedî 30.

Her wiha Komîteya Çandiniyê li gorî derfetan dê alîkariyê pêşkêşî cotkaran bike û divê cotkar plansaziya çandiniya zivisatanê bi cih bînin. Li gorî wê dê 30 kg semad ji cureya Yorya û 15 kg ji semad fosfat ji her donimekî re pêşkêş bike û her wiha komîteyê 6 lître mazot ji her donimekî re dê pêşkêş bike.

Komîteyê li gorî cureya axê, cihê wê û nêzbûna wê ji avê buhaya kirêkirinê diyar kir. Mînak kirêya zeviya zeytûnê ji her donimekî re 800 LS û zeviyên pembo yan genim ji her donimekî re 2000 LS.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Çandiniyê Îsa El-Hemadî wiha got: "Me çandina berhemên ku bandoreke neyînî li ser mewsimê dike qedexe kiriye. Her wiha ji bo derbaskirina xisaran em ê destekê bidin mewsima genim."

(şx)

ANHA