Mihemedê astengdar li benda alîkariyê ye

Ciwanê bi navê Mihemed bêyî her du destên xwe ji dayik bû. Her wiha her du lingên wî dirêj nabin. Ruxmî astendariya wî,  Mihemed bi vîneke xurt jiyana xwe berdewam dike. Niha jî mîna hemû welatiyên Efrînê li Şehbayê bi cih bûye û li benda alîkariyê ye.

Mihemedê astengdar li benda alîkariyê ye
Mihemedê astengdar li benda alîkariyê ye
Mihemedê astengdar li benda alîkariyê ye
Mihemedê astengdar li benda alîkariyê ye
Mihemedê astengdar li benda alîkariyê ye
Mihemedê astengdar li benda alîkariyê ye
Mihemedê astengdar li benda alîkariyê ye
9 cotmeh, 2018   09:33

ŞERVÎN MISTEFA - CEFER CAFO / ŞEHBA

Ciwanê bi navê Mihemed Hesen ê 20 salî li gundê Çeqela yê girêdayî navçeya Şiyê li kantona Efrînê bêyî her du destên xwe ji dayik dibe û her wiha her du lingên wî jî dirêj nabin.

Ruxmî astengdariya Mihemed lê vîna xwe ya xurt winda nekir. Mihemed bi navê ‘Berxwedêrê Jiyanê’ xwe bi nav dike.

Mihemed gelek ji karê hesinkariyê hez dike. Lê ji ber astengdariya xwe nikare kar bike. Her wiha Mihemed nûçeyên girêdayî Efrînê dişopîne. Mihemed razî nebû ku di bin dagirkeriyê de bijî. Ji ber wê ji Efrînê derket û piştî meşa 3 rojan gihaşt kantona Şehbayê.

Dayika Mihemed Hêvîn Betal ji ber ku hevserê wê bi nexweşiya rebû ketiye û ji ber nebaşiya rewşa madî di zeviyan de dixebite.

Her wiha tevî karê wê derveyî mal Hêvîn Betal roleke mezin di gihaştina Mihemed ji vê astê re lîstiye û debara malbata xwe pêk tîne.

Lê azar û êşên Mihemed û malbatê wî piştî dagirkeriyê û derketina ji Efrînê zêde bûn. Niha jî li Kampa Berxwedan bi cih bûne û tu rêxistineke navdewletî tevî ku Mihemed bi hewcedariya alîkariyê ye li gorî gotinên malbatê, tu alîkarî pêşkêşî wan nekirine.

Malbat bi hewcedariya desteka madî ye. Her wiha pêwîstiya Mihemed bi kursiyekê ji bo tevgera wî hêsan bike, heye. Li gorî dayika Mihemed, diyar kir ku ew neçar dimîne ku rojane Mihemed hilgire da ku pêwîstiyên xwe bi cih bîne. Ji ber ku Mihemed her ku diçe mezin dibe û kîlo digire, dayika wî zehmetiyan di hilgirtina wî de dikişîne.

Mihemed û dayika wî Hêvîn Betal bang li rêxistinên navdewletî kir ku alîkariyê pêşkêşî wan bikin û hêvî dikin ku vegerin bajarê xwe Efrînê.

(şx)

ANHA