ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.10.2018
9 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina komploya 9‘ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî têne lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desthilatdariya Tirkiyeyê di çarçoveya polîtîkeyên xwe li hemberî kurdan de, gelek komkujî pêk anîne, piştî ku Efrînê dagir kirin bi armanca qirkirina çandê zimanê Tirkî li welatiyên resen ên mane, ferz dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ekîpa Destewerdana Destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên derxistina cenazeyan ji gorên komî yên di qetlîamên çeteyên DAIŞ’ê de bûne qurbanî didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên Efrînê gotin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê Kurd û hemû gelên herêmê re siyasetên şerê taybet ku dewleta tirk û pergala kapîtalîzmê der heqê civakê de pêk tînin aşkere kir. Her wiha destnîşan kirin ku ew niha ji bo pêkanîna edalet, wekhevî û azadiyê tê dikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebd El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid dest bi karê xwe kirin. Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kî ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ber çavên cîhanê binpêkirinên xwe yên li Efrînê didomînin. Artêşa Tirk a dagirker bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan demografiya Efrînê Diguhere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beriya şehadeta wî bi 20 deqeyan me hevdîtin pê re kiribû, şervanê QSD‘ê Hisên Doçka di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê li eniya Sûsê yê şehîd bibû di hevdîtina xwe ya li gel ajansa me digot: "Berdêl çi be em ê têkoşîna xwe ya li hemberî terorê berdewam bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan armanca xwe hedefgirtina yekitiya gelê Kurd e û got: "Îmralî bûye kaniya zanist û ramenê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Şandeya jinên biyanî bi hevkariya Kogreya Star li Qada Jina Azad a Kobanê ji bo Efrînê daxuyanî dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armnac peydakirina derfetên kar û xurtkirina aboriya jinan, tevî pêkanîna derbara xwe bi xwe, Komîteya Aborî ya Dêrikê sûkek bi navê `Pepûle` vekir. Sûk ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Şêwekar Ferhad Mistê Hec Mehmûd ji zarokatiya xwe ve ji ber ku meraqa xwe ji bo şêwekariyê hebûye, dest bi şêwekariyê kiriye û ji bo ku bikare vê hunerê pêk bîne, li gelek deveran geriyaye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivl a Reqayê ji bo mewsima bê plansaziyek danî û li gorî wê dê destekê bidin cotkaran. Li ser wê bingehê cotkarên Reqayê dest bi amadekariyên mewsima nû kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanê bi navê Mihemed bêyî her du destên xwe ji dayîk bû. Her wiha her du lingên wî dirêj nabin. Ruxmî astendariya wî, lê Mihemed bi vînekî xurt jiyana xwe berdewam dike. Niha jî mîna hemû welatiyên Efrînê li Şehbayê bi cih bûye û li benda alîkariyê ye.

ANHA