Siko: Îmralî veguheriye kaniya zanist û ramenê

Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan armanca xwe hedefgirtina yekitiya gelê Kurd e û got: "Îmralî bûye kaniya zanist û ramenê."

Siko: Îmralî veguheriye kaniya zanist û ramenê
9 cotmeh, 2018   04:20

DIYAR EHMO – EHMED MIHEMED / QAMIŞLO

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Ebdulkerîm Siko têkildarî 20. salvegera komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat ji ajansa me re axivî û got, Îmralî veguheriyê kaniya zanist û ramanê.

Ocalan ji bo yekitiya gelê Kurd têkoşînê dike

Ebdulkerîm Siko komploya li dijî Ocalan bi komployeke qirêj bi nav kir ku îradeya gelê Kurd û tevgera rizgariyê hedef digire û got: "Kompo vala hate derxistin, delîlê vê yek têkoşîna tevgera azadiyê ya rizgarkirina gelan ku heya niha didome."

Siko di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca dewleta Tirkiyeyê ji tecrîdkirina Ocalan ew e ku gel ji ramanê Ocalan dûr bixîne û îradeya gelê ku ji bo rizgarkirina xwe ji pergalên desthiladar û pêkanîna demokrasiyê têkoşînê dikin, têk bibe.

Ebdulkerîm Siko got: "Dewleta Tirk texmîn kir ku ew ê bi girtina Ocalan karibe gelê Kurd tune bike, lê fikirê Ocalan gelên Rojhilata Navîn gihandiye asteke pêşketinê, ji ber ku Îmralî bûye kaniya fikir û ramenê."

Ebdulkerîm Siko her wiha got: "Tevgera rizgariyê ji bo pêkanîna pransîpên netewa demokratîk û jiyana hevbeş têkoşînê dike û dê serkeftinê bi dest bixîne, delîlê vê yekê xwedîkertina gelên Rojhilata Navîn li ramanê Ocalan e."

Hin Kurd bûne amûr bi destê dewletên kapîtalîst

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê anî ziman ku hin partiyên Kurdî bûne amûrek bi destê dewletên capitalist, ji ber ku berjewendiyên xwe yên madî esas digirin û berjewendiyên gelên rastî zulmê tên paşguh kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî gelên Rojhilata Navîn polîtîkeyên ferzkirina yek ziman û yek ol û di nava van polîtîkeyan hatin asîmîlekirin, hin partiyên Kurdî qaşo dibêjin ew ji bo rizgarkirina gelan dixebitin, li pey berjewendiyên xwe yên kesayetî û madî ketine û hatin asîmîlekirin. Li wer vê yekê divê ev partî li xwe vegerin û yekitiya xwe ava bikin da ku ji pergalên desthilatdar xilas bikin."

Ramanê Ocalan rêya rast nîşanî me da

Ebdulkerîm Siko, destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd, di serî de AKP‘ê bi serkêşiya Erdogan wê nikaribin vîna gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn têk bibe, ji ber ku xeta dirust a ku xwe dispêre ramanê Ocalan şopandine.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêwîstî ye

Ebdulkerîm Siko, diyar kir ku qonaxa heyî tê xwestin ku gelê Kurd yekitiya axa ava bikin û kongreya netewî li dar bixe û ev tişt anî ziman: "Helbet, di vê merheleyê de tê xwestin ku hemû partiyên Kurdî kongreya netewî ya Kurdistanê lidar bixin û bi yek biryarê sînorekî ji welatên dijberî doza gelê Kurd re deynin."

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Ebdulkerîm Siko, di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistnên mirovî û hiqûqa mafê mirovan kir ku erka xwe pêk bînin û sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker re deynin û Ocalan azad bike.

(bb)

ANHA