Li Amedê gelek siyasetmedar û rojnamevan hatin binçavkirin

Li Amedê rojnamevan Abdurrahman Gok, Kîbariye Evren û Semîha Alankûl li gel hevserokê HDP’ê yê bajar Mehmet Şerîf Çamci jî di nav de zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin.

Li Amedê gelek siyasetmedar û rojnamevan hatin binçavkirin
9 cotmeh, 2018   05:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Amedê polîsan bi ser mala gelek siyasetmedar û rojnamegeran de girt û zêdeyî 100 kesan binçav kirin.

Polîsan serê sibe bi wesayîtên zirxî avêtin ser malan û gelek derî şikandin û ketin malan. Polîsan di serdegirtina malan de di nav de Rojnameger Abdurrahman Gok û Kibriye Evren û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi jî di navde zêdeyî 100 kesan binçavkirin.

Polîsan bi çekên lûlederêj di ser mala Abdurrahman Gok de girtin û Gok û hevalên wî yên li malê bi li ser zik li erdê dirêj kirin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan piştî li mala Gok lêgerîn kir, gelek pirtûk, kovar û amûrên girêdayî Gok desteser kirin. Hat hînbûn ku kesên hatin binavçkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Rojnameger Semîha Alankuş jî li Stenbolê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Hat hînbûn ku piştî Alankuş binçavkiri kirin dê wê bînin Amedê.

Li aliyê din hat hînbûn ku polîs bi wesayîtên TOMA û zirxî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rawestiya ne.

(kc)